Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin

  • cîhan
  • 13:08 10 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa korona 95 hezar 785 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1 milyon û 607 hezar û 595 kes jî bi vîrûsa korona ketine. Li Tirkiyeyê jî 908 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li welatên cîhanê hêjmara kesên bi vîrûsa corona (Covît-19) dikevin û bi vîrûsê dimirin saet bi saet zêde dibe. Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa korona 95 hezar û 738 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1 milyon û 604 hezar û 900 kes jî bi vîrûsa korona ketine. Heta niha 356 hezar û 673 kes jî baş bûne. Li welatên Ewropa 778 hezar û 896 kes bi vîrûsê ketin. 65 hezar û 918 kes jî bi vîrûsê mirin. Li Emerîka Başûr 500 hezar û 879 kes pê ketine. 17 hezar û 694 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Emerîka Bakur 39 hezar û 662 kes bi vîrûsa korona ketine. Hezar û 620 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Asya 264 hezar û 305 kes bi vîrûsa korona ketine. Ji vane 9 hezar û 904 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Tirkiyeyê heta niha 908 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û 42 hezar û 282 bi vîrûsê ketin. Li Îspanyayê ji ber Covid-19'an 15 hezar û 843 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li îranê 66 hezar û 220 kes bi şewbê ketine û heta niha 4 hezar û 110 kes jî bi şewba vîrûsê mirine.