SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin

  • cîhan
  • 11:56 15 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina SOHR'ê ragihand ku 190 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyeyê di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. SOHR, diyar kir ku Tirkiyê beşek nû ya komên çekdar dişîne Lîbyayê.

 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê beşek nû ya komên çekdar ji Sûriyê dişîne Lîbyayê. SOHR'ê diyar kir ku bi dehan çeteyên ji Sûriyê gihiştin Lîbyayê da ku li gel "Hikûmeta Wîfaq Wetenî" li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer bikin. SOHR, da zanîn ku li gelek eniyên Lîbyayê di navbera herdu aliyan de şerên giran rû dide. SOHR, destnîşan kir ku 8 çeteyên din ên Sûrî di şer de hatin kuştin û hejmara çeteyên Sûrî yên di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin bû 190. Li aliyekî din jî Artêşa Niştimmanî ya Lîbyayê di nava çend saetên derbasbûyî de 5 çeteyên Sûrî giritn.
 
SOHR, anî ziman ku Tirkiyê komên çekdar a ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve berdewam dike û beşek nû ku bi kêmanî ji 150 endamên  koma "Sultan Murad" pêk ku berî çend rojan ji navenda bajarê Efîrnê derket û bi basên veguhestinê yên Tirkiyê gihiştin sînor. Dîsa bi dehan komên din ji bajarên Cerablus û Babê gihiştin nuqteya kombûnê ya li herêma Hewar Kilis. SOHR wiha got: "Derdora 300 çeteyên Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal û Feyleq El-Şam roja înê gihiştin Lîbyayê. Hejmara çeteyên Sûriyê yên li Lîbyayê bi giştî gihişt 5 hezar û 50 kesan. Hejmara komên çekdar ên gihiştine baregehên Tirkiyê ji perwerdeyê gihişt derdora hezar û 950 kesan."