Li Kolombiyayê girtiyên nexweş serbest berdan

  • cîhan
  • 13:17 15 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Çapemeniya Cîhanê cihekî mezin da helwesta Serokê DYA Donald Trump ku alîkariya malî ji ser WHO qut kiriye. Çapemeniya cîhanê dîsa diyar kir ku li Kolombiyayê di çarçoveya tedbîrên li dijî şewba kurevî girtiyên nexweş serbest berdane. 
 
Çapemeniya cîhanê cihekî mezin da  helwesta Serokê DYA Donald Trump a bi gotina "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Alîgirê Çînê ye" û piştgiriya malî ji ser WHO qut kir. Rojnameya The New York Times, diyar kir ku piştî di anketan de rêjeya dengên ji bo Trump kêm bûn û şûnde biryara  qutkirina maliyê ya ji ser WHO girt. 
 
LI KOLOMBIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BERDAN
 
Di El Espectador a li Kolombiya weşanê dike jî cih da biryara ku girtiyan serbest berde. El Espectador, wiha nivîsî: "Girtî ji ber weşba vîrûsê dê ji bo demekê di bin çavdêriyê de bin û di hepsa malê de bin. Dê heta 6 mehan bi vî rengî serbest bin. Dîsa kesên temenê wan zêdeyî 60 salî, jinên ducanî, zarok, nexweşên kronîk, nexweşên pençeşerê, AİDS, gurçik, anemî, pençeşêra xwînê, nexweşên diyabet, kezeb, hepatit B, hemofili, koroner û îmmünosüpresif dê serbest bêne berdan. 
 
Werger: Ajansa Mezopotamya