Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kirin

  • cîhan
  • 14:55 17 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê, têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Mexmûrê ku di encama êrîşêde 3 jinan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan û êrişa Tirkiyeyê şermezar kirin. 
 
TSK'e bi SÎHA li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîş pêk anî û di erîşê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Bertek û nerazîbûn zêde dibin. Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê daxuyanî dan û êrîşa TSK'ê şermezar kirin. Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh bi pêşniyarnameyeke niviskî dorpêç û êrişa bombeyî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûrê anî rojevê, Partiya Gel a Sosyalîst û Lîsteya Yekitiyê ku li parlamentoya  Danîmarkayê komên wan hene, êrişa Tirkiyeyê ya li ser Mexmûrê şermezar kir.
 
Kakabaveh wiha got “Li Tirkiyê rejîma Erdogan sûcê binpêkirina yasayên navneteweyî dike.” û bi bîr xist ku Tirkiye li dijî yasayên navneteweyî Efrîn dagir kir, Kurd bê cih û war kirin, êrişa dawî ya li ser Mexmûrê bi bîr xist û got: ”15'ê Nîsanê Kampa Penaberan a Mexmûrê bi zalimî bombe kirin. Êrişên Tirkiyê li dijî civaka navneteweyî çalakiyeke terorîstî ya krîmînal e û provokasyonek e.”
 
Kakabaveh xwest wezîra karên derve ya Swêdê êrişa li ser Mexmûrê şermezar bike û mijarê bîne rojeva Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî. Lîsteya Yekitiyê û Partiya Gel a Sosyalîst ku li parlamentoya Danîmarkayê komên wan hene, êrişa Tirkiye ya li ser Mexmûrê şermezar kir. Berdevka Polîtîkaya Karê Derve ya Lîsteya Yekitiyê Eva Flyvholm got: “Ez ji Wezareta Karên Derve dixwazim piştî bombebaranê êrişên li ser sivîlan were lêkolînkirin.”
 
Cîgirê serokê Partiya Gel a Sosyalîst Serdar Benlî jî got: “Divê civaka navneteweyî êrişê şermezar bike û bike ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tev bigere.”