Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike

  • cîhan
  • 13:50 26 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Li tevahiya cîhanê heta niha zêdeyî 203 hezar kes bi şewba Covît-19 mirin. Nezî 3 milyon mirov jî bi şewbê ketin. Welatên Fransa, Îtalya û Avustralya hewl dide tedbîrên ketina malan sist bike û amadekariya jiyana asayî dikin. Li Erebîstana Siûdî jî dê sibê qedexeya kolanan hêdî hêdî rake. 
 
Li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa corona zêdeyî 203 hezar mirov mirin. Zêdeyî 2 milyon û 896  hezar mirov jî bi şewbê ketin. Ji ber meha remezanê jî li Erebîstana Siûdî hêdî hêdî qedexe radibe. Li Erebîstana Siûdî dê sibê li hin kolanan qedexe rabe. Rojnameya Saudî di manşeta xwe de nivîsand ku dê li Mekkeyê qedexeya kolanan a 24 saetan berdewam bike. 
 
Rojnameya The New York Times, jî bal kişand ser guhertina rêveberiya Wezareta Tenduristiyê û wiha nivîsî: “Rayedar ji bo rêveber têkildarî bersîva vîrûsê bi rexneyan re rû bi rû bibin, niqaş dikin ku Sekreterê Xizmeta Mirov û Tenduristiyê Alex Azar ji peyvirê bigirin." 
 
'LI ÎRANÊ TIRSA PÊLA DUYEMÎN A ŞEWBÊ'
 
Rojnameya Middle East Eye jî bi sernavê “Rayedarên Îranê ji pêla duyemîn a şewbê ditirsin" agahî parve kir. Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku di nava welatên Rojhilata navîn de welatê herî zê pandemiyê bandor li ser çêkir Îran e. Rojnameyê nivîsî ku dibe pêlek din a şewbê belav bibe. 
 
FRANSA AMADEKARIYA KOLANAN DIKE
 
Rojnameya The Guardian di manşeta xwe de got: “Mirina Global 200 hezar derbas kir. Trump ji gotinên xwe gav paşve davêje" Rojnameya The Guardian, diyar kir ku Serokwezîrê Fransî Edouarn Philippe dê roja Sêşemê li Meclisa Fransayê têkildarî tedbîrên li welat gavên nû parve bike. Rojnameyê da zanîn ku Fransa plan dike ku piştî 11'ê Gulanê vê yekê têxe meriyetê. 
 
LI AVUSTRALYA HIN TEDBÎR RADIBIN
 
Rojnameya Guardian, diyar kir ku dê li Avustralya piştî duşemê li cihên girtî heta 10 kesan karibin bên cem hev. Rojnameyê diyar kir ku dikarin derkevin seyranê, û kampan. 
 
Rojnameya Le Monde anî ziman ku hêjmara miriyan 22 hezar derbas kir û di 24 saetên dawî de 369 kes mirin. Le Monde, da zanîn ku piştî Lijneya Zanistiyê û hikûmetê civîn li dar xistin li ser fikra çawa dikarin pêl bi pêl astengî û qedexeyan rakin. 
 
LI ÎTALYA DÊ BUHAYÊ MASKEYAN KÊM BIKIN
 
Rojnameya La repubblica jî cih da roportaja Serokê Îtalyayî Giuseppe Conte û got: “Piştî 4'ê Gulanê dê mirov bêtir karibin seyahatê bikin. Lê ji bo azadiyek tam divê em hinek din rawestin." Rojnameyê da zanîn ku dê li Îtalya buhayê maskeyan kêm bibe. 
 
LI îSPANYA HÊJMARA MIRIYAN KÊM DIBE
 
Li Îspanya jî hêjmara miriyan kêm dibe. Rojnameya El Pais diyar kir ku li herêma Sánchez mirin ji nişka ve kêm bû. 
 
Werger: Ajansa Mezopotamya