Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye

img
ENQERE – Di çapemeniya Cîhanê de 1’ê Gulanê ku li ser medya civakî bê pîrozkirin cih girt. 
 
Li Almanyayê, bergiriyên polisan ên li dijî pîrozbahiyên ku li kuçeyan bên girtin weke “taktîkên gerilla” derketin pêş. 
Di çapameniya Cîhanê de 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran ku ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî bê pîrozkirin, bi awayekî berfireh cih girt. Çapameniya Almanyayê bal kişand ser çalakî û pîrozbahiyên ku ji aliyê kedkaran û daxuyaniyên hikumetê yên li dijî pîrozbahiyan. Di çapameniyê de bergiriyên hikûmetê yên li dijî pîrozbahiyan weke “taktîkên gerilla” hatin şîrovekirin û hat ragihandin ku li paytexta Almanya Berlînê 5 hezar polis hatine peywirdarkirin. 
 
PERÛ 3 MÛÇE DÊ BIDE KARKERAN
 
Çapemeniya Îtalyayê jî ragihand ku wê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bê merasim bên kirin. Dîsa çapameniya Îtalyayê destnîşan kir ku vîrûsa koronayê pîrozbahiyên kevenşopî asteng kiriye û qrîza bêkariyê mezin kiriye. Çapameniya Welatê Amerîkaya Latîn Perûyê jî ragihand ku karkerên ku di 1’ê Gulanê de bixebitin dê mûçeyan bigirin.