DERSIM - Mêrga welatiyên gundê Koyûngolu ya girêdayî Pulurê, ji bo şirketek taybet hat kirêkirin. Welatiyên bi salane, erdê mêrga xwe bi awayekê hevpar bi kar tîn in, ji bo betalkirina erdê hatiye kirê kirin, dest bi kampanya îmzeyê kirin.
Li navçeya Pulur a Dersimê, erdê merga bi salane bi awayekê hevpar tê bi kar anîn ji bo şirketek taybet hat kirêkirin. Erdê dikeve sînorê gundê Koseler ji bo 49 salan ji şirketek taybet re hatiye kirêkirin. Welatiyên gundên Koyûngolu, Koseler, Çakmakli û Paşaduzu yên girêdayî navçeya Pulurê, ji ber kirê kirina erdê merga xwe mexdûr bûn. Welatiyên debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin, ji bo ev mexdûriyeta wan bê derbas kirin dest bi kampanya îmzeyê kirin.
Welatiyên gundê Koyûngolu, diyar kirin ku ewê êdî çawan sewalkariyê bikin û fikarên xwe anîn ziman. Gundiyan, anîn ziman ku ev şîrketa taybet wê li herêmê gûbreya sûnî bi kar bîne û wiha gotin: “Bi vê yekê wê çandiniyê bike. Ev jî dê bandorek mezin li cotkaran bike. Ger em cihekê ku heywanên xwe lê bidin çêrandin nebîn in, mecbûr emê ji vê derê koç bikin.”
GUNDÎ QET NE FIKIRÎNE
Yek ji welatiyên gundê Koyûngolû Sevda Kayir, da zanîn ku ew debara xwe bi sewalkariyê dike û wiha axivî: “200 pezê û 4 jî dewarên me hene. Em debara xwe bi van heywanan dikin. Erdê me weke mêrgê bi kar dianî, kirê kirine. Qet ne fikirin ku wê gundî çi bikin û li ku derê sewalên xwe xwedî bikin? Ji ber sewalên xwe em neçarin li vê derê bijîn. Fabrîqa tuneye, kar tuneye. Ger erdê me jî bikeve dest dewletê, wê demê emê çi bikin. Ji necarî ma em koç bikin? Li ku derê kulmek ax hebe difiroşin. Di heman demê de jî, dibêjin ‘em li gel cotkar û gelê xwe ne.’ Ka hûn li ku derê ne? Yên hildiberîn in gundine û yên eziyetê dikêşin dîsa gundîne. Di ser de jî qadên me yên hilberînê ji destê me digirin. Çi dema ku dest bavêjin van deran wê demê emê hemû tune bibin.”
‘MÊRGÊN ME SEDEMA JIYANA ME NE’
Hayriye Dûrmûş jî, anî ziman ku mergên wan sedema jiyana wan e û wiha got: “Ev erd û ax ya me ye. Çawan dibe ku erdê me ji bo şirketek taybet kirê bikin? Debara me li ser van mêrgane. Li li vê derê bi çêkirina penîr, sîr, mast, torap û benîştê kerengan debara xwe dikin. Bila mêrgên me ji me negirin. Divê êdî destê xwe ji gundiyan bikêşin.”
‘WÊ ZIRARÊ BIDIN XWEZAYÊ’
Înan Kayir jî, bertek nîşanî kirêkirina erdên xwe da û wiha bilêv kir: “Erdê me ji bo şirketek taybet kirê kirine. Ev şirket wê zirarê bide erdên çandiniyê. Hilberînên me hemû xwezayîne û heya niha me bi tu awayê gûbreyên bi derman bi kar ne aniye. Lê şîrketên teybet wê gubreyên bi kîmyewî bi kar bîn in. Ev jî wê zirarek mezin bide xwezayê. Ji ber vê me bi guman û fikarin.”
Kayir, dest nîşan kir ku ne diyare ev şirket kijan polîtîkayan wê bi rêve bibe û wiha got: “Kesên sewalkariyê dikin wê herî zêde bi awayekê neyînî bandor bibin. Em li dijî firotina erdên çandiniyê ne.”
Gundiyan xwestin ku biryara hatiye dayîn bê betalkirin û ji bo betalkirina erdê hatiye kirê kirin, dest bi kampanya îmzeyê kirin.
MA / Ayşe Surme