Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê

img

AMED - Li taxa Seyrantepe ya Amedê şîrketek taybet bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê. Li ser qada 140  dolim zevî bi hezaran dar ji bo înşaetê birîn. 

 
Li Taxa Seyrantepe ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê, şîrketek taybet bi hezaran darên li ser qada 140 dolim zevî birîn. Welatiyên ku bi salan e li ser vê qadê bax û baxçe çandine û debara xwe dikin, diyar kirin ku tapûya zeviyê tune, kesên xwedî zeviyê dema gundiyan gundê xwe vala kirine û hatine li vir bi cih bûne, dolim bi 30 - 50 hezar tl firotine. Welatiyan anîn ziman ku li zeviye bi hezaran darên çinar, sipîndar û team hatine jêkirin. Hat diyar kirin ku zevî ji aliye fîrmaya şîrketekê ve hatiye kirîn û wê xaniyên vîlla li vir bên avakirin. Hat diyar kirin ku Qeyûmê Şaredariya Amedê jî destûra Îmarê daye çêkirina înşaatan. Birîna daran didome. Hat zanîn ku dema dar dihat birîn Qeymeqam û walî jî çûye qad ziyaret kiriye.