ÎDIR - Ji ber santrala nukleerê ya li Ermenîstanê li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe. Parlementerê HDP'î Habîp Eksîk, diyar kir ku ji ber bikaranîna sotemeniyên fosîlî û ji ber ku deşt û newal dikevin ber îmarê jî, welatî hewayeke pir qirêj hildimijin.
Her diçe hewaya Îdirê qirêjî dibe. Li gor "Rapora Reş a 2020'an a Hewaya Qirêj û Bandora Li Tenduristiyê" ya Platforma Mafê Hewaya Paqij, di 4 salên dawî de welatiyên herî zêde hewaya qirêj hildimijînin welatiyên Îdirê ne.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Dr. Habîp Eksîk ku tim texrîbata ekolojîk a li bajêr dixe rojevê, bal kişand ser asta qirêjiya li bajêr.
BIKARANÎN SOTEMENIYÊN FOSÎLÎ
Eksîk, anî ziman ku ji ber ku pergala gazê ya li bajêr kêm e, li bajêr bi piranî sotemeniyên fosîlî tên bikaranîn. Eksîk, diyar kir ku karbona van sotemeniyan û ya ji Erîvanê tê tevli hev dibin û ji ber vê qirêjiya li bajêr zêde dibe. Eksîk, diyar kir ku sedema sereke ya qirêjiyê sotemeniyên fosîl in.
DEŞT Û NEWAL Û ÎMAR
Eksîk, destnîşan kir ku sedemeke din a qirêjiyê jî, ew e ku erdên çandiniyê ketine ber îmarê. Eksîk got: "Îdir, deşetek hêşîn e. Lê belê di çend salên dawî de gelek deverên wê yên çandiniyê ketine ber îmarê. Ji ber ku dar û nebat tên qirkirin, hewa jî qirêj dibe. Diviyabû Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê yan jî Wezareta Çandinî û Daristanê li erdên bejî dar biçanda. Lê ji ber ku ev nayê kirin, hema bayek biçûk jî bê bi tonan partîkul xwe li deştê digirin û hewayê qirêjî dikin."
BANDORA SANTRALA NUKLEERÊ
Eksîk, destnîşan kir ku Santrala Nukleerê ya Metsamor a li Ermenîstanê ku 16 kîlometreyan dûrî Îdirê ye jî dibe sedema qirêjiyeke mezin. Eksîk, da zanîn ku santral bi teknolojiyeke kevn hatiye çêkirin û nayên kontrolkirin. Eksîk got: "Tê gotin ku kulekên wê bêfîltre ne. Her roj bandoreke pir xirab li Îdir, Erîvan, Nahcivan û Îranê dike. Me derbarê vê santralê de gelek pêşniyazpir berpêşî meclîsê kirin. Me bal kişand ser zêdebûna rêjeya pençeşêrê ku di çend salên dawî de li Îdirê zêde bûye."
GUHNEDÊRIYA HIKÛMETÊ
Eksîk, bibîr xist ku li bajêr 7 salan bijîktî kiriye û li bajêr gelek celebên pençeşêrê hene. Eksîk, destnîşan kir ku nexasim jî li herêmên nêzî santralê rêjeya pençeşêrê zêde ye. Her wiha Eksîk, diyar kir ku herêm, herêmeke erdhejê ye jî û got: "Ev xetereyê zêdetir dike. Li herêmên nêzî santralên nukleerê divê pêşî tevdîr bihatana girtin. Lê belê hem hkûmeta Tirkiyeyê hem jî ya Ermenîstanê pir guhnedêr in. Guh li ekolojî û tenduristiya mirovan nakin."
JI BER QIRÊJIYÊ XUYA NAKE
Eksîk ku got "Santral nayê paqijkirin û kontrolkirin jî" got: "Mesela em bibêjin ji hindurê santralê vîdeyek derketiye. Heger hûn rabin vê vîdeyê bavêjin derve, radyasyona lê barkirî jî tevli xwezayê dibe û dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Heger kulekên wê bêfîltre bin, radyasyona bi hewayê belav dibe wekî asîtê tevli axê dibe. Pêşî tevli axê, dû re tevli nebatan û herî dawî jî tê me. Lewma divê cîhan dev ji vê pergala enerjiyê berde. Ji lewra qirêjiya wan bi sedan sal dewam dike. Îdira hêşîn, niha ji ber vê qirêjiyê xuya nake."
BANDORA HES'Ê
Her wiha Eksîk bal kişand ser Santrala HES'ê ya li ser Çemê Arazê jî û got: "Heya niha me nedîtibû ku ava çem kêm bûye. Lê belê di 8 sal in dawî de ji ber HES'a li Qaqizmanê hatiye çêkirin, çem hindik maye ziwa bibe. Ji ber vê dê Îdir ziwa bibe û bê av bimîne. Orta zivistanê ye, lê li çiyayan berf tune ye. Her wiha rêya transîtê ya navdewletî jî ku di nava bajêr re derbas dibe, karboneke zêde dide der û ev jî hem dibe sedema qirêjiyê hem jî sedema qerebalixiyê."
Eksîk, di dawiya axaftina xwe de got: "Hem gelê Îdirê hem jî yê Êrîvanê divê rabin ser pêyan, li dijî vê santralê. Divê bibêjin 'Hûn nikarin me jehrî bikin. Divê têkoşîna li dijî vê tenê ne para ekolojîstan be."
MA / Tolga Guney - Mujdat Can