DERSIM - Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku ava cihokan a diherike Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne zirareke mezin didin xwezayê û got: "Di nêz de wê bi navê Dersimê tiştek nemîne."
Di demên dawî de Mûnzûrê ji qirêjiyê xalî nabe. Li gelek deverên rêya navenda bajêr û Pulurê lodên çopan hene. Ji ber vê bêhneke nexweş ji derdorê tê. Qeraxa Çemê Mûnzûrê û qadên daristanî ji bermayiyên xwarinê û tiştên plastîkî xalî nabin û her wiha ji ber ku li navçeya Pulurê tesîsa dawerivandina avê tune ye, avên cihokan hemû diherikin Mûnzûrê û ev yek zirarê dide tendursitiya mirovan, nebatan û heywanan.
Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku avên cihokan ên diherikin Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne, zirareke mezin didin xwezayê, lewma divê tesîsên bermayiyan bên çêkirin.
'NE ÇOPÊ, HEZÊ BIDIN XWEZAYÊ'
Arslan, diyar kir ku heya niha ji bo cihokên diherikin Mûnzûrê tu çareyek nehatiye dîtin û got: "Pêşî divê pergala binerdî bê çareserkirin. Tesîsên dawerivandinê tune ne. Bermayî hemû rasterast diherikin Mûnzûrê û tevli robarê Pulumuriyeyê dibin. Di demên dawî de Meclîsa Bila Mûnzûr Azad Biherike û parêzer ji bo çêkirina tesîsên dawerivandina avê hin xebat kirin. Bermayiyên mirovên serdana warê me dikin û şêniyên bajêr, qeraxa çem gemarî dikin. Bermayiyên wan, şûşeyên wan ên araqê û şûşeyên plastîk hemû li qeraxa rê kom bûne. Ev çop ê xwezayê bikujin. ev zirarê didin heywanan, masiyan, nebatan, avê û hemû candaran. Xweza xwe nû dike, lê gava tu zirarê bidê em ê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû bimînin. Mirov vê avê vedixwin, bax û baxçe pê tên avdan. Divê rayedar tevdîrina bigirin. Em dixwazin ev av biherike. Bi taybetî divê gelê me bi hestiarî tevbigere. Divê hurmeta me ji xwezayê re hebe. Ne çop, hezê li xwezayê bihêlin."
‘ÎQTIDARÊ XWEZAYÊ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIR'
Arslan, gotinên qeyûm Walî Tûncay Sonel ku di sala 2016'an de tayinî şaredariya HDP'î hatibû kirin û gotibû "em ê bikin bihuşta turîzmê" bibîr xistin û destnîşan kir ku di bin navê turîzmê re xwezayê veguherandine qada rantê. Arslan, anî ziman ku bi terîbata hatiye kirin re xweza bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû maye. Arslan got: "Îqtidarê xwezayê pêşkêşî alîgirên xwe kir. Heger qeyûm ji bo qewîkirina jiyanê xebatek kiribûna, pêşî ê meseleya çopên li xwezayê lod bûne û avên bermayî çareser bikira. Îhaleyên bi milyonan tên kirin, lê tesîseke dawerivandinê û bermayiyan nayê çêkirin. Her wiha di bin navê turîzmê de ji bo raftîngê beton rijandin orta Mûnzûrê. Bi vî awayî rêya masiyan girtin."
TÊKOŞÎN
Arslan, destnîşan kir ku îqtidar ji bo rantê xwezayê bi talûkeyeke mezin re rû b rû hiştiye û got: "Li herêmên kurdan mudaxileyî xwezayê tê kirin. Xebata peyzajê ya li Avzêmên Mûnzûrê, betonkirin, nêçîr, çêkirina qereqolan hemû mudaxile ne. Heger em bi destên xwe çopan bavêjin, em ê xwe bi xwe dawiya xwe bînin. Heger em xwezayê tune bikin û taşerontiya van şîrketan bikin, di nêz de yê bi navê Dersimê tiştek nemîne. Ev îqtidar, bi şîrketan xwezayê tune dike. Di warê hawirdorê de tecrûbeyek me heye. Divê gelê me hemû ji bo Dersimê, ji bo erdnîgariya me û ji bo Tirkiye û hemû cîhanê, li dijî êrîşên li ser hawirdorê bitêkoşe."