AMED - Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli, anî ziman ku şewata daristanan ji ber pirsgirêka pergalî rû didin û got: "Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin."
8 roj in li bajarên cuda yên Tirkiyeyê daristan dişewitin. Di van şewatan de heya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Antalya, Mûgla û Ispartayê şewata daristanan didome. Li Xozata Dersimê jî agirê ji ber operasyonên eskerî bi daristanê ketine hê jî didome û bi hinceta ewlehiyê mudaxileyî şewatê nayê kirin.
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli, texrîbata ji ber şewatan rû daye û kêmasiya di warê tevdîran de nirxand.
SEDEMÊN ŞEWATÊ
Işikli, anî ziman ku hê çend meh berê ji bo şewatan hişyarî kiribûn. Işikli, bilêv kir ku hişkesalî, kêmbûna rutûbetê û germa zêde ji sedî 30 sedema şewata ne û got: "Hin kes behsa provakasyon û sabotajê dikin. Hin jê behsa krîza avhewayê dikin. Lê gava em li welatên li hewza Behra Spî mêze bikin, zêdebûna germê bandorê li vê yekê dike."
Işikli, destnîşan kir ku welatên cîhanê ji bo pirsgirêka krîza avhewayê û hişkesaliyê tu polîtîka hilneberandine û got: "Li Tirkiyeyê, li gor daneyên şewitandina daristanan, tê gotin ji sedî 47 jê bi destê mirovan tê kirin. Lê dibêjin sedema wê nayê zanîn. Halbûkî tê zanîn. Daristanan daxilî nav turîzmê dikin. Sedema van şewatan jî ev e."
LI ROJAVAYÊ TIRKIYÊ OTÊL, LI HERÊMÊ QEREQOL
Işikli, bal kişand ser şewata li daristanên herêmê jî û diyar kir ku daneyên derbarê van şewatan de nehatine parvekirin. Işikli got: "Di navbera 2011-2020'î de yanî di 9 salan de 3 hektar û nîv şwitî. Lê tenê di sala 2020'î de 6 hektar û nîv ewitî. Gava em li van daneyan mêze dikin, li herêma me behsa şewatên ji ber operasyonên eskerî çêbûne nakin. Şewata niha jî heman tişt e. Di lîsteya Midûriyeta Giştî ya Daristnê de, navê Dersimê tune yye. Xozat, bi rojan e dişewite. Herêma Şenê 9 rojan şewitî. Kesî mudaxile nekir. Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin."
Işikli, bal kişand ser krîza avhewayê û got: "Her deverê cîhanê dişewite û li aliyê din jî lehî radibin. Divê ev krîz bê çareserkirin. Divê karbon bê kêmkirin. Divê projeyên daristanan texrîb nekin bên çêkirin. Daristan dişewitin, li wan qadan ji bo TOKÎ'yê projeyan çêdikin. Krîza avhewayê, prisgirêkeke pergalî ye. Divê mirov di çarçoveyeke ekolojîk û polîtîk de lê binere. Li her deverê cîhanê endustriyalîzma modernîteya kapîtalîst heye. Dirûşmeyeke 'ne avhewayê, pergalê biguherîne.' Bi rastî jî ya ku divê bê guherandin, pergal û feraset e."
Işik li got: "Gelo tiştekî bê kirin heye? Belê, doneyên me yên bihêvî hene. Heger tevdîr bên girtin, cîhaneke nû pêkan e. Ziman û dîtinên polîtîk ên daran, daristanan, hewayê, candaran û candarên mîkro tune ne. Ji bo xelasiya cîhanê, divê em li ber hemû texrîbatan rabin. Divê em di çarçoveyeke gerdûnî de li ser bisekinin."
MA / Eylem Akdag