Îsal pîvok zû vebûn

img

DÊRSIM - Li Dêrsimê kulîlkên pîvokan ku mizgîniya baharê didin, îsal zû vebûn. Botanîkçî Haydar Çetînkaya, diyar kir ku ev rewş germbûna kurevî nîşan dide û sedema vê yekê zêdebûna bendavên li herêmê ne. 

Li Dêrsimê kulîlkên pîvokê ku mizgîniya baharê didin, îsal zû vebûn. Kulîlkên pîvokê di meha Adarê de vedibin, lê ji ber gerimbûna kurevî û guherîna bahewaya girêdayî wê, li ser demsalana bandorek neyênî dike. Yek ji Dildarên Parastina Xezayê, Haydar Çetînkaya ku di heman demê de li ser nebatan jî xebatan dimeşîne, diyar kir ku vebûna pîvokan, îşaretê bi rewşek nebaş dike û wiha axivî: “Pîvok mizgîniya biharê didin. Bi helandin berfêre û gerimbûyîna hewayê re vedibin.” Çetînkaya, anî ziman ku li Dêrsimê di 12 mehên salê de, hemû nebaş şîn dibin û wiha got: “Li gorî meh û hefteyan nebaş vedigin û şîn dibin.”
 
‘LI DÊRSIMÊ HEZAR Û 600 WAYÊN NEBATAN NEHE’
 
Çetînkaya, da zanîn ku Dêrsim di warê nebatan de pir dewlemende û wiha bilêv kir: “Li gorî lêkolînên heya niha hatine kirin, nêzî hezar û 600 awayên nebatan li Dêrsimê hene. Ji van tenê 60 hep aydê Dêrsimê ne. 250 jê aydê erdnîgariya Anatolyayê ye. Li Tirkiyeyê jî nebatên hatine qeyd derdora 11 hezar û 500’an e. Ji sedî 15 nebatên li welat li Dêrsimê şîn dibin.”
 
‘GERIMBÛNA KUREVÎ BANDOREK MEZIN DIKE’
 
Çetînkaya, destnîşan kir ku xwezaya îsal zû şîn bû û wiha pê de çû: “Gerimbûna kurevî bandorek mezin li ser xwezayê dike. Cardin  bendavên li herêmê bandorek mezin li ser xwezaya herêmê dike. Atmosferek tînegermîbûn tê avakirin. Di encamê de, gerimbûna kurevî bandor dike. Niha nebat zû vedibin û zû jî hişk dibin."
 
‘MÊŞ JÎ ZÛ DERKETIN’
 
Çetînkaya, bal kişand ser mêşên hingiv jî û wiha bi dawî kir: “Cardin li herêmê mêşên hingiv jî zû derketin. Hemû kesên mêşvaniyê dikin baş dizanin, heya nebe Adar mêş dernakevin. Lê îsal mêş di meha Çile de derketin derve. Ev yek dide nîşandan ku hinek rewş berevajî diçin. Ev rewşa neyînî îsal ne tenê li Dêrsimê, dê bandorê li hemû qadên jiyanê bike”
 
MA / Semra Turan