Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî

img

AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê kampanyaya şitildanînê ya li dijî talankirina qadên daristanê û xwezayê, bike kampanyayeke berdewamî. 

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 1'ê Nîsanê de li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê kampanyaya şitildanînê da destpêkirin. Aktivîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Salman Karasû, kampanyaya şitildanînê nirxand.
 
Karasû, diyar kir ku dê kampanyaya şitildanînê li seranserê herêmê bidomînin û got: "Em dixwazin her kes li cihê xwe, li bajêr, li navenda bajêr, li baxçeyên xwe, li gundên xwe, li qeraxên çeman û yên ev derfet bi dest wan nakevin em dixwazin li şaneşînên xwe di tasikan de şitilan deynin." 
 
‘LI DIJÎ TUNEKIRINÊ JIYAN'
 
Karasû, anî ziman ku di salên dawî de bi polîtîkayeke qirkirina daran re rû bi rû ne û bal kişand ser qirkirina daristanan. Karasû, destnîşan kir ku armanca kampanyayê jî ew e ku pêşî li ber vê yekê bigire û wiha got: "Dê kampanyaya me heya dawiya nîsanê bidome. Lê em dixwazin vê kampanyayê her sal bidomînin, yanî bikin kampanyayeke berdewamî. Ji lew re pir pêdiviya me bi tiştekî wiha heye. Belkî di salên pêş de pir pêdivî pê hebe. Dirûşmeya kampanyaya me li dijî tunekirinê jiyan e. Çima em têkiliya wê bi jiyanê re datînin? Ji lewre daristan û dar nîşaneya herî mezin a jiyana xwezayî ne. Qadên daristanî qadine pir kompleks in, bi habîtata xwe ya zindî qadeke pir girîng e. Tunekirina qadeke daristanî an jî texrîbkirina qadeke daristanî bandorê li tevahiya derdora xwe dike. Tenê ne li habîtata cihê lê, bandorê li deverên dûrî xwe jî dike." 
 
Karasû, destnîşan kir ku texrîbkirina qadeke daristanî bandorê li tevahiya jiyanê dike. 
 
TEXRÎBKIRINA DARISTANAN
 
Karasû, diyar kir ku têkildarî texrîbkirina daristanan di dest wan de daneyeke zelal tune ye û wiha berdewam kir: "Ji lewre gelek sedemên şewatên daristanan hene. Ji ber krîza avhewayê, ji ber sabotajê çêdibin. Ji ber şer çêdibin. Ji ber ku sedemên wê gelek in, em nikarin daneyên zelal bi dest bixin. Yanî daneyên pir zelal tune ne. Lê em li gor agahiyên ku kesên li nêzî cihên şewat lê çêdibin dimînin radigihînin an jî dîmenên peykê, em bi texmînî hin daneyan datînin holê. Em dizanin ku her sal bi sedan hektar daristan dişewitin." 
 
Karasû, bi lêv kir ku daristanên di dema şer de şewitîne û ji holê rabûne hene û bal kişand ser şewitandina daristanên li herêmê. Karasû, anî ziman ku di salên dawî de li herêmê, bi taybetî jî piştî p»êvajoya şerî cardin dest pê kiriye şewatên daristanan zêdetir bûne. Karasû got: "Derbarê vê de hin lêkolîn hene. Bi taybetî jî ji Zanîngeha Lûndê lêkolîneke Pinar Dînç ê heye. Ev lêkolîn hatibû weşandin." 
 
SERMAYE
 
Karasû, destnîşan kir ku sedemeke din a tunekirina qadên daristanan jî pevçûna sermaye û xwezayê ye û ji bo vê ev tişt gotin: "Di demên dawî de em dibînin ku gelek qad berpêşî madenan tên kirin. Li vir jî ji ber şîrkantiya sermaye û desthilatê ev qad tên qirkirin. Sedema israra me ya darçandinê jî ev e. Bangawaziya me ya ji bo darçandinê jî li dijî polîtîkayên qirkirinê, polîtîkayên dijî xwezayê xwedîderketina li xwezaya xwe û nasnameya xwe ye. Yanî hêlek bi hin sedeman tune dike, hêlek jî ketiye nava hewldana jinûve avakirinç Bangawaziya me jî ji bo vê ye." 
 
TEVGERA EKOLOJIYÊ
 
Karasû, da zanîn ku kampanyayê ewilî ji bo erdnîgariya Mezopotamyayê dane destpêkirin û wiha got: "Lê têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Lewma banga me ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye û em vê banga xwe dubare dikin. Em dixwazin tevahiya civakê li dijî vê yekê refleksa xwe nîşan bide. Li Iraqê, Sûriyeyê, li Îranê û li her derî divê gel guh bidin vê bangawaziyê û bi qasî ku ji dest wan tê daran, şitilan û kulîlkan deynin. Û divê em bi vî awayî habîtata daristanê çêbikin." 
 
Karasû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî tunekirinê bi dirûşmeya "tu jî bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve" tevdigerin û got: "Em dixwazin ji her kesî re bibêjin tu jî li dijî polîtîka û ferasteên tunekirin bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve. Em baş dizanin dê ev hewldan bilind bibe û encamê bigire."