Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin

img
SEMSÛR - Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê serdana jinên li Semsûrê li dijî kana mermere berxwedan dan destpêkirin, kirin û piştevaniya jinan nkirin. 
 
Şîrketa Madenê ya bi navê MEDOS dixwaze li gundê Malê Berdih a bi ser bajaroka Komira Semsûrê ve kana mermeran rêya şantiyê çêbike. Xelkê gund naxwazin kana mermer û rê were çêkirin û li dijî vê 5 roj in li ber xwe didin. Xelkê gund dikevin pêşiya makîneyên kar û nahêlin xebat were kirin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê serdana jinên li dijî kana mermer li ber xwe didin, kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekçe Kizildere û Dayikên Aştiyê û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê jî di nav heyetê de cihêxwe girtin. Heyet ji aliyê jinên li ber xwe didin ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
‘EM BIMIRIN JÎ EM Ê JI VIR NEÇI’N
 
Jinên gund anî ziman ku pêwîst bike ew ê ji bo axa xwe li her deverî kon vedin û li wir rakevin û gotin: “Em bimirin jî em ê nehêlin ku kana merker li axa me were çêkirin. Em ê destûr nedin.” Em naxwazin axa xwe biterikînin. Ev der çavkaniya jiyana me ye. Em ê dest ji vir bernedin.” 
 
‘JIN XWEDÎ LI AV Û AXAXWE DERDIKEVIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê Ayşse Surucu jî anî ziman ku ev ax, av, dar û xweza ya xelkê vê herêmê ye û wê bi pêşengiya têkoşîna jinan ev pergal were guhertin û dê jin talanê rawestînin. 
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN’ 
 
Menekşe Kizildere jî anî ziman ew piştevaniya jinên gund dikin û dê destûrê nedin vê talangeriya kapîtalîst. 
 
Heyet piştî serdanê ji gund veqetiya.