ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin

img

WAN - Serokê Van ÇEVDER’ê Alî Kalçik, bi lêv kir ku Geliyê Zîlan ê 92 sal bi ser komkujiya wê re derbas bûn îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin.

 
Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Derdorê ya Wanê (VAN ÇEVDER) bi boneya salvegera 92’yemîn a Komkujiya Geliyê Zîlanê ya di 13’ê Tîrmeha 1930’an li navçeya Erdîşa Wanê pêk hat, li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê komeleyê Alî Kalçik, bi bîr xist ku li Geliyê Zîlan bi hezaran kurd hatin qetilkirin. 
 
Kalçik, bal kişand ku komkujî ji aliyê rojnameyên demê ve weke “qehremantî” dihatin nîşandan û wiha got: “Weke destaneke qehremantiyê hatibû pêşkeşkirin. Jinên ducanî yên ji komkujiyê reviyabûn, dema hatin girtin, hatin sungukirin û zikê wan dihat çirandin, heta li ser zayenda zarok şertanê dikirin.”
 
TALANA EKOLOJÎK
 
Kalçik, da zanîn ku ji bo ku komkujî ji bîra mirovan biçe projeyên rê li ber talana ekolojîk vedike têxin meriyete û bi lêv kir ku li gelî 4 hezar û 300 cureyên nebatan û bêhejmar cureyên endemîk hene. Kalçik, da zanîn ku bêyî ku xebatek bê kirin bi raporên Nirxandina Bandor a Derdorî (ÇED) santralên mermer û termîkê tên avakirin û wiha got: “Heke nekevin pêş talankirina xwezaya Zîlanê wê ev rewş bibe dawiya jiyana biavî û nebatên endemik. Geliyê Zîlan îro jî bi projeyên werankirinê tê xwestin bê tunekirin. Zîlan çemê herî mezin ê ku diherike Gola Wanê ye û di salên dawî de bi bendav û HES’an hate hilweşandin. Di demên dawî de ji bo madena zêran vekin xebatên sondajê dane destpêkirin û bi vekirina kana mermeran ekosîstema gelî bi vê projeyê tê hilweşandin. Geliyê ku duh bi çekan komkujî lê hate kirin îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin.”