Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin

img

ŞIRNEX - Seyê avî ku nifşê wê bi tunebûnê re rûbirû maye di Çemê Dîcleyê de hate dîtin.

 
Di Çemê Dîcleyê yê ku di nava navçeya Cizîrê ya Şirnexê de diherike, ji ber nêçîrvaniya nezanî seyê avî ku nifşê wê bi tunebûnê re rûbirû maye, hate dîtin. Seyê avî ajalekî ji malbata kûzeyan e, bejna wan heya metro û nîv giraniya wan jî heya 15 kiloyan derdikeve.
 
Seyê avî li kêleka avên çeman ji xwe re erdê dikole û kûna mayînê çêdike û her wiha bi goştê masiyan xwe têr dike. Nifşê seyê avî ji ber nêçîrvaniya nezanî bi tunebûnê re rûbirû maye.