Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin

img

ŞIRNEX - Rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê ji bo protestokirina qirkirina daran a bajêr sibe dê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li her kesî kirin. 

 
Rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê ji bo protestokirina birîna daran a li Şirnexê ku bi destê cerdevanan û bi alîkariya leşkeriyê tê kirin, dê sibe li navenda bajêr daxuyaniyê bidin. Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Şirnexê, Komeleya Bisîklêt û Xwezayê ya Cizîrê û Şaxa Yekitiya Endezyar û Mîmarên Tirk  (TMMOB) ên Şirnexê ji bo daxuyaniya sibe li bajêr belavok belav kirin. 
 
JI BO DAXUYANIYÊ BANG KIRIN
 
Beriya belavkirina belavokan, endaman li pêşiya avahiya sendîkayê daxuyaniyeke kurt dan. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa KESK’ê ya Şirnexê Mûrat Ozbey wiha got: “Ev nêzî du sal in xwezaya bajarê me bênavber tê talankirin. Me bi saya komîsyona ku ava kiribû plansaziya çendek çalakiyan amade kir. Di vê çarçoveyê de em ê sibe daxuyaniyê bidin. Banga me ew e ku her kesê hezkirina mirov, civak û xwezayê di dilê wan de heye û gelê Şirnexê beşdarî vê daxuyaniyê bibe.” 
 
Piştre jî heta Qada Omer Kabak belavok hatin belavkirin. Li ser megafonê jî bi kurdî û tirkî bang li gel hat kirin ku beşdarî daxuyaniyê bibin ku sibe saet di 13.00’an de li pêşiya avahiya KESK’ê tê dayîn.