‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’

img

ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gûngen anî ziman ku dewlet polîtikaya xwe ya salên 90'an bi darbirînê dubare dide meşandin û got:" Wan salan bi şewitandina gundên şeniyên herêmê koçber kirin,îro jî bi birîna daran heman tiştî dikin." 

 
Li herêma Besta ya Şirnexê ev 2 sal in bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de bênavber dar tên birîn. Hema hema li herêmê cih nemaye ku dar lê nehatine birîn. Darên ku li herêmê tên birîn, li TIR’an tên barkirin û li bajarên cuda tên firotin. Heta niha bi hezaran darên sedsalî hatine birîn. Li hêla bi hinceta “ewlehiyê” ketin û derketina koçeran a herêmê qedexe ye. Li rexekî xwezaya herêmê û li rexa din jî çavkaniyê debara gelê herêmê tê tunekirin. Walîtiya Şirnexê jî her ku mijar dikeve rojevê, bi hinceta “ewlekariyê” vê talankirina daran diparêze. Li gel ewqas bertekan jî birîna daran a li herêmên Cinîwer, Xerbîge Bestîn, Navyan, Şerevan û Rîsorê yên herêma Bestayê didome. Hem di nava gel de û hem jî di qada siyasî de nerazîbûnên li dijî vê talanê zêde dibin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Abdullah Gungen bi ajansa me re axivî. 
 
Gungen, diyar kir ku desthilatdariya heyî xwezaya herêmê û Tirkiyeyê bo rantê bi kar tîne û wiha got: “Li Botanê xweza tê qirkirin. Lê ev qirkirin ne tenê li Botanê lê li seranserî Kurdistanê tê kirin. Li rexekî santralên termîk, bendav û kanên madenan tên çêkirin û li rexa din jî xweza tê talankirin. Mirovahiya ku ji Mezra Botan derketî niha bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Tê gotin ku Keştiya Nûh Nebî li serê Çiyayê Cûdî sekinî ye lê niha ew herêm tê tunekirin. Desthilatdarî ji bo çandê çi pêwîst be, dike. Her sal li daristanên Kurdistanê şewat derdikeve lê bi zanebûn na vemirînin. Ji bo qirkirina xwezaya Kurdistanê li Botanê seferberî hatiye îlankirin. Di bin navê ewlekariyê de vê talanê dikin. Wezîrên wan her meh tên Şirnexê û dibêjin; ‘me Şirnex ji terorê paqij kir û êdî aramî heye.’ Madem li herêmê kesek nemaye wê demê hûn çima di bin navê ‘ewlehiyê’ de daran dibirin? Ev karê rantê ye. Lewma xwezaya Kurdistanê bi talaneke mezin re rû bi rû ye.” 
 
'DURÛTIYÊ DIKIN'
 
Bi domdarî Gungen anî ziman ku herêm ji mirovan tê xalîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li vê derê dar neyên hiştin ma dê mirovên wê li ku bisekinin? Jiyana xelkê herêmê tune dikin. Polîtîkaya xalîkirina herêmê di meriyetê de ye. Tu ferq û cudahî di navbera darên li herêma Ege û Kurdistanê de nîne. Lê mixabin dema mijar dibe Kurdistan, kesên ji xwe re dibêjin ‘xwezaparêz’ xwe li bêdengiyê didin. Dema em niha diaxivin jî bi kamyonan bi hezaran tonên daran dibin. Lê mixabin kesek nabîne. Ev jî durûtiya wan nîşan dide. Erê em dizanin ku hûn li dijî hebûna gelê herêmê ne lê ma hûn ji xwezaya wê çi dixwazin? Her kesê ji xwe re dibêje xwedî wijdan divê li berpirsyariya xwe rabe.” 
 
'NIHA JÎ DIXWAZIN BI BIRÎNA DARAN KOÇBER BIKIN’
 
Di berdewamê de Gungen got ku polîtîkayên salên 90’î di meriyetê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Di salên 90’î de gund dihatin valakirin û şewitandin. Wê demê jî ev sepanên xwe di bin navê ‘ewlehiyê’ de dikirin. Gundên me hatin topbarankirin û hilweşandin. Jiyaneke zor û zehmet bû. Niha jî darên vê herêmê bi heman hincetê tên birîn. Her sal bi hezaran koçber berê xwe didin van herêman lê îsal nikarin biçin. Heke li wan deveran dar nebin dê pez çi bixwe? Heke nebin dê mirov çawa li wir bijîn? Wan deman bi şewitandina gundan xelk koçber dikirin û niha jî bi birîna daran. Her kesê ji xwe re dibêje mirov dibê li dijî vê talanê derkeve. Ev ne tenê meseleya HDP’ê yan jî ya partiyekê ye. Mijarekî mirovî ye.”