Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?

ŞIRNEX - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî birîna darên li Şirnexê dan û gotin ku “ewlekarî” hincete e û ev pirs kirin: “Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?” 

 
Li gorî daneyên Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Rihayê, Şirnex ji sedî 43 daristan e. Ji ber “polîtîkaya ewlekariyê” ya dewletê ku ji salên 90’î heta niha didomîne, qadên daristanê roj bi roj tune bûn. 
 
 
Midûriyeta Herêmê li ser malpera xwe çendek dane parve kirin û da zanîn ku di nava 7 mehan de ji sedî 8 a qadên daristanê yên Şirnexê hatine tunekirin. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina daran a li bajêr gelek serlêdanên sûc hatin kirin lê ev serlêdan bi biryara neşopandina biencam bûn. Bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl jî bêbersiv hatin hiştin. 
 
‘DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN TALANKIRINA XWEZAYÊ
 
Serokê Partiya Devayê yê Şirnexê Guhdar Zeyrek bertek nîşanî birîna daran da û wiha got: “Texrîbata ekolojîk a li herêma rê li ber mirina bi hezaran zindiyan vedike. Parastina hevsengiya ekolojiyê û jiyana mirovan bo me girîng e. Birîna ewqas daran û xerakirina hevsengiya ekolojiyê sibe dê zirarên mezin bigihîne me. Em bi her awayî li dijî birîna daran e. Me derheqê mijarê de bi peywirdaran re hevdîtin kirin lê dibêjin ‘em bi sedema ewlehiyê dibirin.’ Anku bi hinceta ‘ewlekariyê’ tevahiya qada daristanê tune dikin.” 
 
‘QIRKIRINA XWEZAYÊ ÊDÎ JI KONTROLÊ DERKET’
 
Rêveberê Komeleya Duçerxe û Xwezayê Mehdî Arslan jî got ku ev demekî dirêje xwezaya Şirnexê tê talankirin û wiha derbirî: “Ev qirkirina xwezayê di van salên dawî de êdî ji kontrolê derket. Ev talan tenê bi birîna daran bisînor nîne. Her wiha madenên weke komir, asfaltît, çînko û hwd. tên derxistin. Anku talaneke mezin heye. Santrala termîk a li Silopiyayê hewayê me qirêjî dike û bûyerên penceşêrê zêde bûne. Êdî fêkî jî çênabin. Ji sedî 40 ê Şirnexê daristan e. Lê ji sedî 8 a van daristanan birîn. Me nekarî biparêzin lê qet nebe ji bo yê din divê em dengê xwe bikin. Nayê qebûlkirin ku bi hinceta ewlekariyê daran bibirin.”
 
‘HÊJ NEBÛY DERENGÎ GAVAN BIAVÊJIN’
 
Arslan axaftina xwe wiha qedand: “Li herêma her talanê di bin navê ‘ewlekariyê’ de rewa dikin. Dema dixwazin cihekî talan bikin vê hincetê nîşan didin. Lê tu eleqeya vê bi mirovbûnê re nîne. Germahiya herêma me her ku diçe zêdetir dibe û sedema vê jî talankirina xwezayê ye. Êdî darek nehiştine ku mirov li sîya wê rûne. Rojane bi sedan tonên daran tên birîn lê kesek dengê xwe nake. Yên ku ji xwe re dibêjin xwezahez û xwezaparêz bila êdî vî navî bi kar neyînin û ji xwe şerm bikin. Îro ne dema teoriyê lê dema pratîkê ye. Dema li deverekê din ê Tirkiyeyê şewat derdikeve, hemû hunermend dikevin rêzê. Lê çima nayên vê derê û çima dengê xwe bo vê derê der naxin? Çima ferq û cudahiyê têxin navbera herêman? Heke kesên rast û dirûst bûna dê dengê xwe bikirana. Divê hêj nebûye derengî, hemû saziyên me gavên pêwîst biavêjin.”