Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin

img
ENQERE - Rêxitinên ekolojiye û partiyên siyasî dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî meş li dar bixin. 
 
Tevger ango rêxistinên ekolojiye û partiyên siyasî li dijî talankirina xwezayê û daristanên Kurdistanê dikevin tevgerê. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiy Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya dê bi dirûşma “Em li dijî şer û talankirina xwezayê dimeşin” di 17’ê îlonê de li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin. 
 
Ev saziyên navborî ji bo meşa dê li dar bixin di 5’ê îlonê de li Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê û banga beşdariya meşê bikin.