Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin

img
AMED -  Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bilgîç û Derya Akyol destnîşan kirin ku xwezaya Kurdistanê bi polîtikayên şer tê wêrankirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê Îlonê de li Cûdiyê li dijî qirkirina xwezayê li dar bixin bang kirin. 
 
Li herêmê talankirin û qirkirina xwezayê didome. Bi taybetî jî li herêma Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebarê û herêma Bestayê ya Şirnaxê 2 sal in bi hinceta “ewlehiyê” nezî bi hezaran ton dar hatine birîn. Di heman demê de li Çewlig, Dersim û gelek bajarên din ên herêmê qirkirina daran berdewam dike.  Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî vê qirkirinê dê di 17'ê Îlonê de li Çiyayê Cûdiyê bi dirûşmeya “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” meşekê li dar bixin. Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol û Mirad Bilgîç ji bo meşa ku dê bê lidarxistin bang kirin.
 
Mirad Bilgîç anî ziman ku ji her aliyî ve xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û got, talankirina xwazeyê ya li Kurdistanê tê kirin, li tu devereke cîhanê nayê kirin Bîlgîç bilêv kir ku xweza ji aliyekî ve bi santralan, bendav û HES'an û ji aliyekî ve jî bi şewitandina daristanan û birîna daran tê kirin. Bilgîç destnîşan kir ku dê bi meşa ku li dar bixin bersiveke xurt bidin vê qirkirinê û got: “Ev erdnîgarî ne malê bavê wan e. Berî wan jî hebû û dê piştî wan jî hebe û dê her tim hebe. Dijî ve yekê em jî bang li hemû partiyên siyasî, sendika û saziyan dikin ku werin tevlî çalakiyê bibin û em bi hev re vê qîrkirine bisekinînin.”
 
‘EM Ê JIYANÊ BIPARÊZIN’
 
Bilgîç, destnîşan kir ku sedema wêrankirina axa Kurdistanê nijadperestiya dijî kurdan e û axaftina xwe wiha domand: “Dibêjin bila kurd sûdê jê negirin. Nerîna wan ev e. Nexweşiya wan a nijadperestiye ye. Lê dema xwezaya Kurdistanê were wêrankirin bandor li ser hemû dinyayê dike. Lewma ev, ne tenê gelê Tirkiye û Kurdistanê hemû gelen cihanê jî eleqadar dike. Dema xwezaya Kurdistanê bê wêrankririn û dar bên birîn hevsengiya xwezayê jî xirab dibe û ev jî dê bandorê li her derî bike. Ew dibejin em ê golê ziwa bikin, bi vî awayî em ê bi ser bikevin. Lê serketin bi vî awayî nabe. Em Tevgera Ekolojiyê dibejin ku ew jiyan e, ne mijara serkeftin û binketinê ye. Ji bo rantê em dest ji jiyanê bernadin û em ê jiyanê biparêzin.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Bîlgîç bal kişand ser bêdengbûna sazî û komeleyên ekolojiyê jî û wih pê dê çû: “Em dê xwe bigihînin hemû sazî û dezgeyên ku xwezayê diparêzin. Em dixwazin bi hev re li hemberî vê qirkirinê li Cizîrê bin û heta Cûdiyê bimeşin. Lê heke neyên em ê vê yekê ji bîr nekin. Heke li Kurdistanê qirkirina xwezayê hebe, ev tenê ne pirsgirêka komeleyên ekolojiyê tenê ye. Divê hemû kesên ku ji bo ekolojiyê tevdigerin di vê meşê de cihê xwe bigrin. Em ê xwe bigihînin hemû saziyên ekolojiyê. Em ê yên bên ji bîr nekin û yên neyên jî em ê nijadperestiya wan ji bîr nekin.”
 
‘ARMANC XALÎKIRINA JI MIROVAN E'
 
Derya Akyol jî bilêv kir ku bi taybetî piştî polîtikayên neo-lîberal xweza  ji bo rantê bêhtir hat wêrankirin. Akyol destnîşan kir ku armanca wêrankirina xwezaya Kurdistanê pişavtin e û wiha got: “Desthiladariya AKP'ê ji bo hevkarên xwe her der ji rantê re vekiriye. Dibe ku armanca projeyên rantê ku li Tirkiyeyê dane destpêkirin, cuda be. Lê bi taybetî armanca projeyên rantê ku li bakurê Kurdistanê dane destpêkirin, wêrankirina xwezaya Kurdistanê ye û xalîkirina ji mirovan û bişavtin e. Piştî Heskîfê li her derê heremê daristan hatin şewitandin, bendav li ser Çemê Dîcleyê û Çemê Firatê çêkirin. Ew hemû nîşan didin ku armanc Kurdistanê ji mirovan xalî bikin. Wêrankirina xwezayê tenê ne pirsgireka Kurdistanê ye. Lewma divê em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Komelê û saziyên ekolojiyê li hemberî wêrankirina xwezeya Kurdistanê bêdeng in. Komele û saziyên ekolojiyê ku li Tirkiyeyê dixebitin nikarin bi helwestekê hevpar bertek nîşan bidin. Lewma, mixabin hem ji ber çapemeniyê hem jî ji ber desthilatdariyê li hemberî xwezaya Kurdistanê nijadperestî heye.”
 
‘PIRSGIRÊKA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE’
 
Di dawiya  axaftina xwe de Akyol anî ziman ku wêrankirina xwezaya Kurdistanê giredayî polîtikayên şer e û got, hem daristan tên şewitandin hem jî darên Kurdistanê tên birîn. Akyol diyar kir ku wêrankirina xwezaya Kurdistanê pirsgireka hemû mirovahiyê ye û ji bo tevlîbûna çalakiya meşa 17’e Îlonê jî bang kir: “Peyama me ya li hemberî vê qirkirinê ev e; heke em bi hev re li hemberî qirkirina xwezayê bitêkoşin, em ê bigihîjin armanca xwe. Em banga xwe careke din dubare dikin; ew darên ku li wir tên birîn pirsgireka me hemûyan e, ji ber wê em hemû kesî vedixwînin meşa li Cûdiyê."