Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin

img
ÊLIH - Rêxistinên ekolojî û partiyên siyasî ji Êlihê bang li herkese kirin ku beşdarî meşa Çiyayê Cûdî ya li dijî qirkirin û talana ekolojîk were lidarxistin bibin. 
 
Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de dê bi dirûşmeya “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” di 17’ê Îlonê de ber bi Çiyayê Cûdî ve meş bê lidarxistin. TJA, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li avahiya BDP’ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xistin û ji bo meşê banga tev li bûnê kirin. 
 
‘TALAN JI ŞER NE SERBIXWETIR E’
 
Aktîvîstê ekolojiyê Ridvan Ayhan ê di civînê de axivî, diyar kir ku talana ekolojiye ji polîtîkayên şer ne serbixwetir e û got: “Gelê kurd hedef hatiye girtin. Di encama polîtîkayên şer de ekosîstem bi şewatên daristanan ku bi salan e bi awayekî sîstematîk didome tê tunekirin, daristanên ku hatine şewitandin, bi darên ku hatine jêkirin re herêm hatiye çolkirin, nahêle ku gel cotkariyê bike ku koçberiya bi darê zorê çêbibe. Di paşeroja Kurdistanê de bi taybetî di salên dawî de ji bo çêkirina qeleqolan ji ber ewlekariyê daristan tên şewitandin. Ev hemû berhema siyaseta şer e.”
 
‘DENG NAYÊ DERXISTIN’
 
Ayhan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Daristanên li Kurdistanê tên şewitandin, ji ber polîtîkayên nîjadperestî di çapemenî yan jî medya civakî de cih nagirin. Ji aliyê rêxistinên ekolojiyê nedîtbar tê kirin, dengekî baş nayê derxistin. Li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar du salan zêdetir e talaneke xwezayê ya mezin tê kirin. Em dibînin ku ekosîstem ji ber şewata daristanan tê tunekirin, darên tên birîn vediguherînin rantê. Li Şirnexê demekî dirêj e dar tên birîn û hêj jî didome. Ev talana xwezayê û daran hemû jiyana zindiyan tehdit dike û eraziyê dike çol.”
 
BANGA TEV LI BÛNA MEŞÊ
 
Ayhan, da xuyakirin ku ew ê weke kesên dîrok, çand, nirxên xwe û xwezaya xwe li dijî talana ekolojîk diparêzin di 17’ê Îlonê de li Cizîrê bicivin û got: “Li dijî qirkirin û talana li welat diqewime em ê bi hev re têkoşînê bi rêxistin bikin, ji bo em ber bi Cûdî ve bimeşin em gelê Êlihê vedixwînin Cizîrê.”