'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’

img
STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û saziyan da zanîn ku meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Nûneran, diyar kir ku di çarçoveya konsepta şer a li dijî gelê kurd de herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî vê jî hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. 
 
Li dijî talana ekolojiyê ya li Kurdistanê di bin navê “ewlekariyê” de tê kirin, dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Wêraniya Şer û Talankirina Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşeke girseyî bê lidarxistin. Meş, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê li Stenbolê jî bangawazî hat kirin. Hevserokê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) ê Stenbolê Ronî Goren, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û endamê Meclisa Rêveberiya Navendî (MYK) ya Federasyona Meclisên Sosyalîst Mahîr Gurz têkildarî amadekariyên meşê bi ajansa me re axivîn. 
 
Hevserokê SYKP’a Stenbolê Ronî Goren da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2015’an heta niha bi konsepta şer nêzî gelê kurd û bindestan dibe û wiha got: “Em baş pê dizanin ku ji sala 2018-2019’an heta niha dewleta tirk bi polîtîkayeke şer a taybet nêzî herêma Kurdistanê dibe. Hem li bajarên herêmê û hem jî li derveyî sînor li dijî gelê kurd, xweza û bajarên wan konsepteke êrişan a dijwar daye destpêkirin. Îro jî bi taybet jî êrişeke giran li ser daristanên li herêmê û zindiyên wê dikin. Armanca esasî ya qirkirina xwezayê jî ew e ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Anku birîna daran a li Kurdistanê ne tenê eleqeya xwe bi ekolojiyê ve heye. Di heman demê de êrişeke li dijî nasname, çand û şêweyê jiyanê ya gelê kurd e. Lewma jî Meşa Cûdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî birîna darên li Parka Geziyê têkoşîneke hevpar hat dayîn. AKP neçar ma ku paşdegav biavêje. Heke em têkoşîneke hevpar bidin, dê bikarin pêşî li birîna darên li Cûdî û siyaseta îmhakirina topyekûn jî bigirin. Çalakiyeke serkeftî ya li vê derê dê bandoreke mezin li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bike. Divê em Meşa Cûdî, têkoşîna hevpar a li Çiyayên Kazê, li dijî HES û JES’an jî bi hev re vebêjin ku bêhtir kes tev li vê têkoşînê bibin.” 
 
'POLÎTÎKAYA BIZANEBÛN Û PLANKIRÎ’ 
 
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî bi lêv kir ku AKP polÎtîkaya rûxandin û talankirinê ya li dijî Kurdistanê bi zanebûn dimeşîne û wiha pê de çû: “PolÎtîkayeke plankirî ye. Dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin. Talana ekolojiyê jî bi destê cerdevanan tê kirin. Li gel çolkirina herêmê, her wiha AKP ji bo rantê jî vê talanê dike. Bêguman ev yek girêdayî polîtîkaya wan a şerê li dijî kurdan e. Di esasê xwe de vê talanê li ser wê polîtîkayê pêk tîne. Herêmê weke herêmeke di nava sînorên xwe de nabîne. Weke herêmeke divê bê talankirin dibîne. Ji destpêka damezirandina komarê heta niha ev polîtîkaye her tim dom kiriye. Berpirsyariya me heye ku divê em li dijî vê polÎtîkaya hişmendiya ekolojîparêz pêş bixin. Herî zêde ekolojiya Kurdistanê tê talankirin. Ji bo vê jî her tim hincetan diafirînin. Divê li dijî vê polîtîkaya AKP-MHP’ê bertekên mezin bên dayîn û civak jî di vê mijarê de bê birêxistinkirin. Heke xweza nebe, mirov jî nabe. Her kesê li dijî vê talanê hewceye berê xwe bide Cûdî û tev li meşê bibe.” 
 
'AKP-MHP DIJMINÊN XWEZAYÊ NE’ 
 
Endamê MYK’a SMF’ê Mahîr Gurz jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê “dijminê xweza û ekolojiyê ne” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwezayê weke qada rant, talan û mêtingehê dibînin. Polîtîkaya xwe li ser vî esasî ava kirine. Ev nêzikatiye li Kurdistanê veguheriye nêzikatiyeke taybet. Yek ji girîngtirîn alavên siyaseta îmha, înkar û pişaftinê ya li dijî neteweya gelê kurd e. Çavkaniyên sererd û binerd ên Kurdistanê, dîroka wê, ekolojî û sosyolojiyê wê ji talan û rantê re vekirine. Lê belê hestiyariya li hemberî bûyereke biçûk a li Tirkiyeyê, li dijî bûyerên li Kurdistanê diqewimin nayê nîşandan. Bêguman vê sedemên xwe hene. Neteweperestî, şovenîzm û manîpulasyona desthilatdarî li ser civakê çêdike çendek sedemên vê ne. Ji ewil divê ev hişmendî were tunekirin. Lewma jî meşa di 17’ê îlonê de gelek girîng e. Divê her kesê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê beşdarî vê meşê bibe û dengê xwe derxîne.”