Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!

img
ŞIRNEX - Darên li geliyên kûr ên Çiyayê Gabarê, bi rengên xwe yên payizî zivistan pêşwazî kirin. 
 
Li navçeya Basa ya Şirnexê darên çinarê geliyên kûr ên Çiyayê Gabarê bi rengê payizê xemilandin. Kesên ji bo ger û geştê diçin Gabarê, darên kizwan, zeytûn, gwîj, berû û tihûyan ew pêşwazî dikin. 
 
Her wiha li gel vê dîmenê, şikeftên li berwarên çiyê ku tê gotin ji aliyê keldaniyan ve hatine çêkirin û xaniyên kavilbûyî yên gundê Zêwê ku di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatiye valakirin jî balê dikişînin.