Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!

img
ŞIRNEX - Li gundê Dêra Jorê yê li Çiyayê Gabarê, dêr û keşîşxaneya Mor Ahoyê, bi salan e wekî axur tê bikaranîn û texrîbkirin. 
 
Li gundê Dêra Jor ku di navbera bajaroka Qesrikê û navçeya Basayê ya Şirnexê de li lûtkeya Çiyayê Gabarê ye, di navbera sedsala 7-8'an de ji aliyê suryaniyan ve hatiye avakirin. Dêr û keşîşxaneya Mor Ahoyê ya dîrokî ya li vî gundî kavil bûye. Dêra ku gelek odeyên wê wekî axur tên bikaranîn, ji du qatan û gelek odeyan pêk tê. 
 
Çendî Çiyayê Gabarê ji aliyê dewletê ve di bin navê "ewlehiyê" de wekî "herêma ewlehiya taybet" hatiye îlankirin û têketin û derketina wê li ber sivîlan hatiye qedexekirin jî, her derê vê dêrê hatiye kolandin û wekî axur tê bikaranîn. Piştî malbata dawî di gulana 1990'î de ji gund derketiye gund bi temamî wêran bûye. 
 
Piraniya keşîşxaneyê tevî hemû operasyonên leşkerî û kolandinan jî li ser pêyan maye. 
 
Hat dîtin ku keşîşxaneya ku bi dêrê ve hatiye çêkirin, him hin deverên wê hatine kolandin him jî hin kevirên wê ji cih hatine rakirin. Kaniya ku li jêra keşîşxaneyê û dora wê bi keviran hatiye çêkirin jî hê wekî xwe ye. 
 
Her wiha ev dêr û keşîşxane di 23'yê îlona 2021'ê de ji aliyê Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Herêma Amedê ve hatiye tescîlkirin. Lê belê hê jî ji bo parastin û restorekirina keşîşxaneyê tiştek nehatiye kirin.