‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’

img
AMED - Rêveberên odeyên çandinî û plansaziya bajêr ên şaxên Amedê diyar kirin ku ji bo "projeyên" ku bi awayekî fermî li Baxçeyên Hewselê nayên kirin, rê û rêbazên nefermî hatine bikaranîn û burokratên ne ji vî bajarî ne li bîra civakê ya bajêr talanê pêk tînin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ku di bin rêveberiyên qeyûman de ne, di bin navê “Parka Çandê” li Baxçeyên Hewselê yên dîrokî û û di sala 2015’an de ket Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji talanê re vedikin. Ji bo wêrankirina vê qada şînahiyê rê û rêbazên nefermî tên qebûlkirin û qeyûman destûr daye xwediyê erdan ku 25 metre rê di nava baxçeyên Hewselê de bibin. Saziyên sivîl li ber vê “projeyê” rabûn û li dijî vê “projeya” ku dê Baxçeyên Hewselê talan bike gilî kirin û gotin armanca vê projeyê ew e ku rant bê bidestxistin. 
 
Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Şaxa Amedê Samet Ucaman û Sekreterê Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) a Şaxa Amedê Mahmût Ozkeskîn destnîşan kir kirin ku ev yek li dijî hiqûqê ye û bi vê yekê qadên çandiniyê jî dikevin xetereyê. 
 
‘ME GILÎ KIR’
 
Sekreterê Odeya Palansazên Bajêr Mahmût Ozkeskîn bi lêv kir ku di sala 2012’an de plana “Geliyê Dîcleyê” hebû lê ew sekinandine û niha jî li şûna wê plana “Projeya Parka Çandê” xistine dewrê û didin destpêkirin. Ozkeskîn anî ziman ku ew proje ne fermî ye û derbarê projeyê de wiha got: “Dixwestin li Baxçeyê Hewselê ‘Projeya Geliyê Dîcleyê’ çêbikin, lê heman salê ji bo Baxçeyên Hewselê serî li UNESCO’yê hatibû xistin û di sala 2015’an de jî Baxçeyên Hewselê ket lîsteya mîrateyên dinayayê. Piştî ku bû mîrateya dinyayê dest ji projeyê hat berdan. Qasî ku me bihîstiyê dixwazin li Baxçeyên Hewselê bi navê ‘Parka çandê’ projeyeke bidin destpêkirin. Zeviyên ku ji bo vê projeyê hewcebûn jî ji aliyê Şaredariya Sûrê ve hat îstîmlaqkirin. Jixwe mehek berê ji aliyê Şaredariya Sûrê ve bi maşîneyên kar xîz ji Çemê Dicleyê dihat birin. Me jî li ser vê yekê bi baroyan re giliyê vê yekê kir. Lê xwediyên erdên zeviyên çandiniye bi maşînan bi qasî ku wesayît bikaribin derbas bibin rê hatiye vekirin. Ji bilî vê yekê jî çem bi axê tê tijekirin. Tişta ku me ji meseileyê fam kiriye, dixwazin bi rêya xwediyên erdan wir xera bikin û rê li ber rantê vebikin.”
 
‘DIXWAZIN BÎRA CIVAKÊ BIGUHERÎNIN’
 
Ozkeskîn destnîşan kir ku ew cihên ku xwediyên erdan maşîneyên kar lê didin xebitandin di bin parastina mîrateya çandê de ye û wiha got: “Divê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sûrê wê derê bişopînin. Li wir gelek ajal dijîn û 8 hezar sal in ku çandinî lê tê kirin. Baxçeyên Hewselê cihekî taybet e. Ji ber vê yekê ketiye lîsteya mîrataya dinyayê. Divê şaredarî wir bişopînin û biparêzin. Tiştên ku li wir tên kirin li dijî hiqûqê ne. Ji ber wê me jî gilî kir. Li vî welatî çi rant û talan hebe, em ê bikevin pey û bi rêya hiqûqê têkoşîna xwe berdewam bikin. Armanca me ew e ku em vê derê biparêzin, ji ber ku tu cihekî wek vir tune ye. Lê rêveberên vî bajarî yên niha dizanin ku li vir mayînde nînin, lewma dixwazin vir wêran bikin û paşê biçin. Ji bo ku civakê biguherînin ewilî ji bîra civakê dest pê dikin û lewma li ser vê êrdnîgariyê rûxandinên bi vî rengî pir zêde ne.”
 
‘BI AWAYEKÎ DIXWAZIN TÊKEVIN HEWSELÊ’
 
Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Samet Ucaman jî derbarê mijarê de diyar kir ku 10 sal in bi awayekî dijqanûnî destwerdanek li Baxçeyên Hewselê tê kirin û wiha axivî: “Berê ev qad wekî qada rezervê hatibû ragihandin, lê TMMOB'ê nerazîbûn nîşan da ku avahî li wir nayên çêkirin û piştî wê hat rawestandin. Em difikirin ku ev israra li ser herêma tampon ku di nav lîsteya UNESCO’yê de cih digire, ji bo berjewendiyê ye. Bi aweyekî dixwazin têkevin Hewselê. Ji bo tevahiya herêmê di derdora wê de lêkolînek heye. Pergala heyî bi dijberiya Qanûna Parastina Axê ya jimara 5403’yan qanûnên xwe binpê dike. Ji ber vê yekê heke kesek van qanûnan binpê bike jî, tu rayedar li dijî dernakevin.”
 
‘DÊ HEMÛ BAXÇE BÊN RÛXANDIN’ 
 
Ucman destnîşan kir ku talaneke mezin li Hewselê heye û ev tişt anîn ziman: “25 metre rê li wir vedikin. Ew rê jî di nava Hewselê re derbas dibe. Rêya ku çêdikin jî cihe çandiniyê ye. Ji ber wê cihê çandiniyê ji holê radikin. Cihê ku rê lê bê çekirin, rê li ber çêkirina avahiyan vedike. Ev nêzîkatî xerakirina Hewselê nîşan dide. Gelek proje ji bo vê amadekirin lê nikarin pêk bînin. Niha jî vê zivistanê rêya ku çêdikin tê wê wateyê ku rant e. Tevî ku cihên çandiniyê dê bên talankirin jî lê dîsa dixwazin bikevin Hewselê û dê hemû cihên çandiniyê bên rûxandin. Piştî wê jî cihên çandiniyê li wir namînin û hemû dê bibe qada înşeatê. Mixabin dixwazin ku cihek weke Hewselê ji bo rantê xera bikin.” 
 
‘SÛC DIKIN’
 
Ucaman di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku li dinyayê cihekî weke Hewselê nîne û wiha pê dê çû: “Heke niha em biçin Îndûs, Nîl û Çemê Zer a Çînê em dê bibînin ku êdî li wan deran çandinî nayê kirin. Baxçeyê ku heta roja me hatiye tenê Hewsel e. Rûxandina vê derê rûxandina mîrateya dinayayê ye. 2 hefte berê heyeteke UNESCO’yê li vir bû. Piştî ku heyet çû wan dest bi xebatan kirin. Ji ber wê jî em bi fikar in. Tu hest û xwemaliya wan burokratan li vir nîne, ji ber wê jî ji bo rantê her tiştî dikin. Ji aliyê Kirklar Dagi ve jî xebat hene, yanî ew xebat ji ber çi tên kirin? Bi kijan qanûnê wan xebatan dikin. Ew hemû sûc e, rayedarên bajêr sûc dikin.”
 
‘EM Ê LI DIJÎ VÊ YEKÊ DERKEVIN’ 
 
Ucaman da zanîn ew ê li dijî projeye serî li hemû saziyên fermî bidin û gilî bikin û got: “Ew jî dizanin ku bi awayekî fermî nikarin vê yekê bikin. Lê di hişmendiya wan de xerakirina Baxçeyên Hewselê heye. Em ê jî li her derê li dijî vê yekê derkevin. Em ê hem nivîseke ji Desteya Parastina Axê re binivisînin û hem jî bi saziyên vî bajarî em ê gilî bikin. Ev proje jî ji bo hilbijartine ye. Ya ku ew li dijî vî bajarî dikin sûc e.” 
 
MA / Mahmût Altintaş - Eylem Akdag