HATAY – Li Samandagiyê ji bo çêkirina RES’ên ku di hundurê Keşîşxaneya Sîmonê de tên çêkirin rawestin doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê, rapora ÇED’ê ku wekî raporeke erênî hatibû dayîn bi heman awayî qebûl kir û destûr da ku kapasîteya RES’an bê zêdekirin. Hawirdorparêzên ku bertek nîşanî biryarê dan, ji bo çêkirina RES’an raweste serî li Şûraya Dewletê dan.
Keşîşxaneya St. Sîmonê ku li bajaroka Aknehîr a di navbera navçeyên Defene û Samandagê yên Hatayê de ye û li ser girekî hatiye çêkirin, niha bi xetereya Santralên Enerjiya Bayê (RES) re rû bi rû ye. Dildarên hawirdorê yên li dijî RES’an têdikoşin, di 30’yê Kanûna 2016’an de dema ji bo projeya “Zêdekirina Kapasîteya Enerjiya Bayê ya Ziyaretê” bi awayekî erênî rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) hat dayîn, serî li Dadgeha Îdare ya Hatayê dan û îtiraz kiribûn. Dadgehê jî heyeteke pêzaniyê ya ji 7 kesan pêk tê ji bo vê yekê peywirdar kiribû. Heyetê di 17’ê Mijdara 2017’an de keşfa herêmê kir û rapor amade kir. Danişîna dozê di 28’ê Sibata 2018’an de li Dadgeha Îdare ya Hatayê pêk hat. Dadgehê hem rapora ÇED’ê hem jî rapora heyete bi awayekî erênî qebûl kir û biryar da ku kapasîte bê zêdekirin.
Di rapora ku berpêşî heyeta dadgehê hat kirin de, hat diyarkirin ku qada manyetîk ku li herêma RES’ê rû bidin wê zirarê nedin tenduristiya mirovan.
Li ser biryara dadgehê, hawirdorparêz ji bo çêkirina RES’an rawesye serî li Şûraya Dewletê dan. Rêveberê Mala Gel a Mêrsînê û hawirdorparêz Garîp Remezezn, diyar kir ku ew li dijî RES’an têdikoşin û wan li dijî biryara Dadgeha Îdare ya Hatayê serî li Şûraya Dewletê daye. Remezen, ji ber RES’an Keşîşxaneya St. Sîmonê pir hatiye texrîbkirin û keşîşxane bûye qurbanê kara sermayeye. Remezen, destnîşan kir ku diviya bizmarek jî li vê qadê nehatana kutandin, lê belê li pêşiya keşîşxaneyê kevirên arnavûtî hatine bicihkirin û taqên mezin hatine çêkirin.
Remezen, bi lêv kir ku RES xwezayê, çivîkan, heywanan, tenduristiya mirivan û dîrokê tune dikin û RES’an endîşeyên gel zêdetir kirine. Remezen got: “Keşîşxaneya St. Sîmon a hezar û 500 salî vê neheqiyê heq nake. Em jî îtirazî rapora ÇED’ê dikin. Ji bo xebatên zêdekirina kapasîteyê bên rawestandin û texrîbata ku hatiye kirin bê helkirin, em dixwazin Ewropa demildest teknolojiyên xwe yên xurda rake.”
MA / Hamdullah Kesen