Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê

img

WAN – Çopên ji neh cihokan û avên bermayî yên 8 şaredariyan tev li Gola Wanê dibin û bi vî awayî gol tê tunekirin. Ekolojîst Fatîh Şahîn, bi lêv kir ku şaredarî ji bo ser qiêrjiyê bigire, golê bi molozan dadigere. Şahîn got, divê tesîsa dawerivandinê ya biyolojik bê avakirin. 

Avên bermayî yên 8 şaredariyan bêyî bên dawerivandin diherikin Gola Wanê. Ji ber vê yekê gol qirêjî dibe û bêhn jê tê. Her wiha ji ber ku avên bermayî yên diherikin golê nayên paqijkirin, tevî çopan tev li golê dibin. Li gelek deverên golê çop bûne lod û her wiha rengê ava li devera îskeleyê reş bûye. Ji ber qirêjbûyînê li gelek deverên golê kes nikare avjeniyê bike. Heta niha rayedaran ji bo paqijkirina golê polîtîkaya xwe ya heyî neguherandiye. 
 
Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku ji ber li navenda Wanê qadên hêşîn hatine texrîbkirin, qadên şerîda îskeleyê û Perava Artemêtanê tije bikin û bi vî awayî telafi bê kirin. Şahîn got: “Ser çewtiyekê bi çewtiyeke din digirin. Bi enqazên avahiyên di dema erdheja Wanê de texrîb bûn, niha Şaredariya Tûşbayê perava îskeleyê ya Gola Wanê dadigire. Gola Wanê bi molozên betonî, perçeyên fayansan, birîketên hûrbûyî qirêjî dikin û tune dikin. Ev dever heta 20 sal berê jî plajên xwezayî bûn. Lê belê bi avakirina tesîsên dawerivandinê yên îskeleyê, bêyî bên deşarjkirin rasterast qenalîzasyon tên valakirin û ji ber qirêjiyê çêdike, ser vê qirêjiyê jî bi molozan digirin.” 
 
QAMIRGEHÊN LI DERDORA GOLÊ TUNE DIBIN 
 
Şahîn, diyar kir ku mirovên ji bo pîknîkê û geştê diçin qeraxa golê, tiştên ji ber wan dimînin davêjin û ev yek bandoreke neyînî li ekosîstemê dike. Şahîn got: “Tişta ku Şaredariya Tûşbayê dike, bi qirêjiyekê ser qirêjiyeke din digire. Ji dêvla ku qirêjiyan paqij bike, pîsîtiyên ku ji ber tesîsa dawerivandinê tev li golê dibin dinixumîne. Bi vî awayî dixwazin golê wekî goleke paqij nîşan bidin. Her wiha betonkirina qeraxa golê, dibe sedema qirêjiyî û binpêkirina jiyana giyaneweran. Çimkî betonkirin qamirgehan tune dike.” Şahîn diyar kir ku bi vî awayî dê kelmêş bên tunekirin û got: “Gola Wanê bihuşta çivîkan e û wargeha çûkên koçber e. Sedema vê yekê jî ev kelmêş in. Çivîk bi van mêşan xwe xweyî dikin. Lê belê dagirtina qeraxa golê dê qada jiyanê ya mêşan jî tune bike.” 
 
‘DEMILDEST DIVÊ TESÎSA DAWERIVANDINA BIYOLOJÎK BÊ AVAKIRIN’ 
 
Şahîn diyar kir ku bi molozan dagirtina perava golê zirareke mezin dide ekosîstemê û got: “Alternatîfa vê rewşê avakirina tesîsa dawerivandinê ya biyolojîk. Divê demildest bê avakirin.” Şahîn diyar kir ku bi vê tesîsa pêkan e ku ava qenalîzasyonan ên diherikin golê û çopên tên rizandin bên dawervandin û qamirgeh bên parastin. Şahîn, anî ziman ku eger ev yek pêk neyê wê texrîbat zêde bibe. 
 
MA / Mahmut Ruvanas