Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê

img

RÎZE - Cengîz Înşaat, li Geliyê Eskîncedereyê tevî betalkirina biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" ye jî, xebatên xwe yên madenê didomîne. 

 
Cengîz Înşaat dixwaze li Geliyê Eskîncedere yê navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê kana kaverina çêbike. Di daweiya meha Gulanê de Dadgeha Îdare ya Rîzeyê biryara "pêdivî bi rapora ÇED'ê tune ye" betal kiribû. Lê belê tevî vê biryarê jî Cengîz Înşaat xebatên çêkirina madenê didomîne. Şêniyên herêmê bertek nîşan didin, lê rastî êrişên leşkeran tên. 
 
Şêniyên herêmê ku dixwazin biryara dadgehê pêk bê, dîsa dest bi amadekariyên çalakiyan dikin. Ewilî wê Komelea Hawirdorê ya Îkzîdereyê di 18'ê Tebaxê de wê li Qada Rihtimê ya KAdikoy a Stenbolê saet di 17.00'an de daxuyaniyê bide û paşê wê li Rîzeyê çalakiyan li dar bixe. Gundiyên ku dixwazin biryara dadgehê bê pêkanîn, di heman demê de dixwazin qada şîrektê jî bê rehîbîlîtekirin. 
 
'BILA REHABÎLÎTE BIKIN Û BIÇIN'
 
Berdevka Çapemeniyê ya Komeleya Hawirdorê ya Îkîzdereyê Asûman Fazlioglû rewşa dawî ya li geliyê nirxand. Fazlioglû bibîr xist ku di ser biryara dadgehê re 2 meh derbas bûne û got ku şîrketa ku diviyabû di nava mehekê de dest ji qadê berde hê jî xebatên xwe didomîne. Fazlioglû da zanîn ku şîrket sînorê ÇED'ê jî derbas kiriye û got: "Biryareke pir derengmayî bû. Ger ev biryar 2 sal berê bihata dayîn, em ê bi xisareke biçûk jê xelas bûbûna. Lê heya dawiyê dan sekinandin. Vê jî zirareke mezind a geliyê."
 
Fazlioglûyê destnîşan kir ku divê şîrket qdê rehabîlîte bike û biçe.
 
Fazlioglû anî ziman ku piştî kana keviran Gurdere jî di nav de li geliyê texrîbatên pir mezin çêbûne û got ku teqînên li kanê hatine kirin berê çavkaniyên avê guherandiye. Fazlioglû bilêv kir ku êdî gelek kaniyên avê naherikin û got ku wê xaniyên li jêra geliyê bi lehiyê re rû bi rû bimînin. 
 
WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN
 
Fazlioglû ku got "Li Îkîzdere û her çar parçeyên Tirkiyeyê di rûxandinên xwezayî de pirsgirêk ne şîrket in, polîtîkayên heyî ne" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê bertekeke mezin çêbibe ku em vê rûxandinê bidin sekinandin. Yan na wê nesekinin û em ê jî tenê temaşevan bin. Lewma em dixwazin hemû şêniyên herêmê û xwezahez roja yekşemê beşdarî daxuyaniya me ya li Kadikoyê bibin. Piştî vê, em ê heman daxuyaniyê li Îkzîdereyê jî bidin. Ji bo rawestandina vê kanê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
MA / Tolga Guney