Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye

ŞIRNEX - Li Şirnex a ku di her 15 rojan carekê deşt û çiyayên wê bi hinceta “ewlehiyê” tên qedexekirin, cihekî ku nehatiye talankirin nemaye. Bi birîna daran, xebatên madenan û bendavan tê xwestin ku herêm bi temamî bêmirov were hiştin. 
 
Li Şirnexê ji ber valakirina gundan a ji sala 1989’an dest pê kirî bi sedan jîngeh hatin valakirin. Welatiyên ku gelek ji wan koçî navçe û navçeyên derdorê kirine, bi salan e nahêlin biçin cih û warên xwe. Zêdeyî 30 sal in ketin û derketina li 14 gundên li ser quntarê Çiyayê Cûdî, 22 gundên Besta û 26 gundên li Çiyayê Gabarê bi temamî hatine qedexekirin. Li gundên ku destûra ketin û derketinê ya şêniyên wan nayê dayîn, ji şîrketên madenê û kesên ku bi birîna daran re rê li ber talankirina ekolojiyê vedikirin re hate vekirin. Birîna daran heta herêma Komate ya navçeya Elkê û çoltera gundê Elemûnê yê Qilebanê belav bû. Şîrketên madenê li herêmê her der kolane û kirine çal. 
 
ŞÎRKETÊN MADENAN ZÊDE BÛN 
 
Di salên dawî de bi vekirina herêmê ya ji şîrketên madenê yên nêzî hikumetê re, zêdebûna şîrketên madenê yên li herêmê kar dikin ku lêkolîna madenê lê zêde bûye, balê dikişîne. Şîrketên madenê yên bi navê Acar, Ozdaglar, Sîhan, Evrensel, Ozel, Goksad, Oz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şirnak Afa, Bolunmez Grup, Eloş, Divin Madencîlîk ji hin van şîrketa ne. Talankirina şîrketên madenê yên ji navenda Şirnexê dest pê kirin û hewl didin li hemû navçe û gundan bi cih dibin a xwezaya herêma balê dikişîne. 
 
QILEBAN WEKE QADA MADENÊ HATE ÎLANKIRIN 
 
Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya girêdayîn Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya li navçeya Qileban a Şirnexê di bin navê koma 203’yemîn de di 21’ê kanûna 2021’an de li navçeya Qileban a Şirnexê 54 hezar 009.77 hektar an ku 540 hezar 097.7 donim qada xwezayî, 250 hezar ton çînko û risas û 2 milyon û 400 hezar ton madenê sifirê û kargeha wê dan îhaleyê. Cihê madenê ku 73 hezar û 100 hektar e ji sedî 75’ê Qilebanê ye, rasterast qada jiyanê ya şêniyên herêmê sînordar dike.
 
Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê jî li navçeyên Cizîr, Qileban, Hezex, Silopiya û Elkê li 22 herêman bêyî hewcehî bi rapora ÇED’ê bibîne, destûra lêgerîna madenê da. 
 
Li gundê Qilebanê yê Şivişkê ji Tesîsa Seridandin û Şikandinê re, li navenda Şirnexê ji Kana Kalkerê û Tesîsa Seridandin û Şikandinê re, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê ji Tesîsa Paketkirin û Depokirina Komirî re, li gundê Navyan ê girêdayî navenda Şirnexê, li Tesîsa Sterîlîzasyon a Beravêtiyên Tibî yên li Herêma Senayî ya Organîze ya Cizîrê re û li navçeya Hezexê ruhseta lêgerîna petrolê hate dayîn. 
 
ROBARÊ ROBOZIKÊ DI XETEREYÊ DE YE
 
Biryar hate dayîn ku li ser Çemê Robozik ê li gundê Şivişk ê Qilebanê bi kapasîteya 2.322 MW Santrala Hîdroelektrîk a Balli were avakirin. Dîsa li herêma ku di nav sînorê gund de bi biryara hewcehî bi ÇED’ê nîne Projeya Tesîsa Şikandina Komir û Seridandinê hate pejirandin û aktîfkirin. 
 
Xetereya ku esas li benda Qilebanê ye jî destûr dayîna ji bo madenên weke koma 4’emîn tên binavkirin û xwezayê talan dikin e. Li herêma navborî; Ji bo nêzî 100 madeyên xam ên pîşesaziyê yên wekî sodyûm, potasyûm, lîtyîm, iyot, xwêyên borê, madeyên xam ên enerjiyê yên wekî lînyît, komirê kevir, ûranyûm, toryûm, radyûm û madenên metal ên wekî zêr, zîv, platîn, sifir, hesin, krom, tîtan û alumînyum destûr hat dayîn.
 
LI NAVÇEYÊ 6 BENDAV HENE
 
Li Qilebanê heta niha li ser robarên ku ji gundên Hilal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskê re derbas dibin bendav hatin çêkirin. Çêkirina bendavê ya li herêma ku bi navê Heftboriyan tê zanîn ku Robara Hêzil tê re derbas dibe û li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê ye, dewam dike. 
 
REWŞA LI ELKÊ 
 
Tê diyarkirin ku dê li navçeya Elkê li qadeke hezar û 906 hektar kargeheke risas û çinko were vekirin. Ligel birîna daran a li navçeyê hatiye destpêkirin madenên şîrketan dest bi xebatên xwe kirin. Her wiha li navçeyê lêgerînên petrolê jî tên kirin. 
 
LI SILOPIYAYÊ SANTRALA TERMÎK
 
Santrala Termîkê ya Silopiyayê ku li bajarokê Bêspînê yê li quntarê Çiyayê Cûdî ye, weke 3 unîte hatiye plankirin. Di qonaxa ewil de lîsansa hilberandinê û rapora ÇED’ê hatiye girtin û înşaeta wê di sala 2006’an de dest pê kir û di sala 2009’an de jî dest bi hilberandinê kir. Tevahiya bajar ji santrala termîkê bibandor dibe. Ji roja hatiye çêkirin heta niha jî hejmara kesên li navçeyê bi nexweşiya penceşêrê dikevin zêde bûye. Her wiha zirara dide hawirdorê jî gelek zêde ye.
 
KANÊN XÎZÎ YÊN LI CIZÎRÊ
 
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di 8’ê kanûna 2007’an di Rojnameya Fermî ya hejmar 26724’ê de tevahiya destûrên ji bo vekirin û xebitandina kanên xîz û xîçê betal kir. Lê tevî ku bi ser re 10 sal derbas bûne jî hêj jî li Cizîrê hejmara tesîsên seridandina xîzî yên li ser Çemê Dîcleyê tên çêkirin zêde dibin. Li gorî qanûn û rêziknameyan divê ev kargeh tavilê bên girtin ji ber ku ne rûxsetname heye ne jî raporên wan ên ÇED’ê. 
 
BENDAVA LI BASAYÊ
 
Her wiha hewldan heye ku li navçeya Basayê li ser Çemê Dîcleyê 10’emîn “Bendava Cizîrê” were çêkirin. Tê gotin ku piştî Bendava Ilisuyê dê mezintirîn bendav ev be. Projeya wê jî di 16’ê tebaxê de hate qebûlkirin. Lê belê nayê zanîn bê ka dê kengî dest bi çêkirina wê were kirin. Bendava Ilisuyê ku yek ji wan 9 bendavên li ser Çemê Dîcleyê hatine çêkirin e jî li navçeya Basayê ye. 
 
JI BO 166 PROJEYAN BIRYARA ‘HEWCEHÎ BI ÇED’Ê NÎNE’ HAT DAYIN
 
Ji sala 2013’an heta niha bi giştî 517 proje li Şirnex û navçeyên wê tên meşandin. Ji van projeyan ji bo 166’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin û ji bo tu projeyan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê heye” û “ÇED neyînî ye” nehate dayin. Ji van projeyan tenê ji bo 249’an pêvajoya ÇED’ê hate destpêkirin. Piraniya van projeyan jî lêgerîna maden û petrolê, santralên enerjiya royê (GES), santralên hîdroelektrîkê (HES), kanên xîz û tesîsên şikandin-şûştin-seridandinê ne. 
 
QADA DARISTANÊ WEKE 172 HEZAR Û 286 HEKTAR HATE DESTNÎŞANKIRIN 
 
Ji bo xebatên lêgerîna petrolê pêvajoya ÇED’ê ya 37 şîrketan hate destpêkirin. Ji van şîrketan ji bo 26’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin. Ji qadên bi daristan ên Şirnexê 869 hezar û 552 hektar jê weke daristana rêl û 478 hezar û 983 jî weke daristana tê birînê û bi giştî milyonek û 348 hezar û 535 hektarên daristanê hate hesibandin. Qada bêdaristan jî weke 5 milyon û 401 hezar û 417 hektar hate tespîtkirin. Ji dawiya sala 2023’yan ve piştî sînorên daristanan hatin diyarkirin û di qeydên tapûyê de cih girtin, qada bi daristan a Şirnexê ya giştî weke 172 hezar û 286 hektar hate diyarnkirin. Ji van 186 hezar û 130 hektar jî hate tescîlkirin. Di heman demê de 10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin û derxistin derveyî sînorê daristanan. 
 
MA / Zeynep Durgut