STENBOL – Hîndekara Zanîngeha Kocaelî Doç. Dr. Orgen Ugurlu bal kişand ser tahrîbatên li ser ekolojiyê û guhertina bajaran û diyar kir ku li Tirkiye di guhertin û veguhertina bajaran de plan tune û di guhertina bajaran de wekî bajaran mirovan jî dikin yek tîp.
Hîndekara Rêveberiya Cemawerî û Zanîna Siyasetê ya Zanîngeha Kocaelî Doç. Dr. Orgen Ugurlu ku di qada veguhestina bajarvanî, koçberî û dîroka bajaran de lêkolîn kiriye û li ser pêşketinên ekolojik xebat kiriye, polîtîkayên hikûmetê yên li ser bajarvaniyê nirxand. Ugurlu, diyar kir ku veguhestina bajar tê wateya “Nûkirina bajar "û wiha got: “Li Tirkiye bi polîtîkaya veguhestina bajar dixwazin bajarê yek tîp ava bikin. Bi vê yekê nasnameya yek tîp û mirovên yek tîp ava bikin. Kolanên yek tîp, mexazeyên yek tîp û avahiyên yek tîp. Dixwazin wekî bajar mirovan jî bikin yek tîp. Ji ber ku kapitalizm ji bajaran yek tîpê dixwaze. Naxwaze hilberîn û afirandin zêde bibe. Naxwazin ên din û cudahiyên din hebin. Dixwazin kesên cuda, nasname u baweriyên cuda di nava beşa mezin de bihilînin û tune bikin."
Ugurlu, bal kişand ser polîtîkayên dewletê û sermayedaran ên li ser taxên şevnişîn ku xaniyên mustaqîl û wiha berdewam kir: "Bi taybetî li taxên şevnişîn ên bajar ku ji îmarê re hatine vekirin mirovên xizan û koçber lê dijîn. Piştî ku dewletê û sermayeyê dest dan hev qanûn derxistin ku van tax û xaniyan xera bikin. Mirov ji cih û warên wan koçber kirin. Ger ku ev mirov derfetên wan hebûna xaniyên bi vî rengî ava nedikirin. Ger ku meaş û karê wan hebûya li van xaniyan bi cih nedibûn. Li van qadan rant gelek zêde ye. Kirine qada rantê. Ger ku di civakê de bertek zêde be, Îdareya xaniyên komî dest bi xaniyên komî dike û wan li van deran bi cih dike. Li wir jî cudakariya çandê pêş dikeve. Li wir têgeha cîrantiyê û civakbûnê têk diçe. Jiyana civaki ya xwezayî têk diçe.
WARÊN DÎROKÎ TUNE DIKIN
Ugurlu, bal kişand ser warên dîrokî yên wekî bajarê Heskîf û Bajarê Antîk ê Allianoi û wiha lê zêde kir: "Li van deran bendav tên avakirin û di bin avê de dimînin. “Li Bergama ser bajarê antîk Allianoi bi beton û axê vedişêrin. Piştre li ser wî bendê ava dikin. Mixabin wezîr bi çavê berhemên dirokî li van berheman nanerin. dibêjin 'Ji xwe di bin axê de bû û me derxist ser axê. Em de dîsa têxin bin axê' Lê rewşa Heskîf bir cuda ye. Nikarin di bin axê de bihêlin û nikarin turbe û piran ji cihê wan rakin û bibin cihekî din. Enerjiya li vir ava bikin dê çiqas emir dirêj be. Gelo hêjayî xerakirin, talankirin û wêrankirinê ye? Divê kesên van planan dikin rast dîrokê û erdnîgariyê nas bikin bixwînin û wate bidin. Divê milê civakî û çandî rast analîz bikin û plan bikin."
Ugurlu, bal kişand ser benda GAP'ê ku li herêma Semsûr û Rihayê hat avakirin û wiha got: "Li vir ji ber bendavê 13 gund di bin avê de man û hatin valikirin. Bandora xwe ya neyînî li ser 5 - 6 bajaran kir. Navçeya Samsatê ku warekî dîrokî ye di bin avê de ma. Mirov ji cih û w arên xwe hatin koçkirin.
DI 16 SALÊN AKP'Ê DE XERAKIRIN Û TALANKIRIN BÊ HÊJMAR E
Ugurlu, bal kişand ser polîtîtîkayên AKP'ê yên xerakirin û talankirinê û wiha bi dawî kir: “Sînor û astek xwezayê ku xwe nû bike heye. Lê dema em derbasî ser wî sînorî bibin êdî nikare xwe nû bike. Em dema sînoran derbas bikin ew xweza tune dibe. Lê AKP'ê ew sînor derbas kirine. Dema em li Stenbolê binerin em vê bê planiyê dibînin. Sektora înşaetê bê sînor pêş ketiye. Çavkanî tên tunekirin. Stenbol êdî nikare nefesê bistîne. Li Stenbolê çavkaniyên ekolojîk 10 sal berê hatin xelaskirin. Balafirgeha 3'emîn dawî li Daristana Bakurê Stenbolê anî. Em bê plan dixebitin. Dibêjin 'Min çê kir' Lê nabêjin 'Min xera kir' Falaketên pir mezin li pêş Stenbolê ne. Li gorî raporên Zanîngeha Yale ku 2 sal berê weşandibûn, li Tirkiye ekolojî û derdor sal bi sal paşve diçe. Tenê çandina daran têr nake. Ji bo her şitlek darê mezin bibe divê bi salan dem derbas bibe.
Em bajaran ava dikin. Lê li bajarên tên avakirin şensa baranê ku têkeve nava axê tune. Her derê dikin beton û asfalt. Ava baranê tev dikeve kanalîsazyonan. Em sanayiyan peş dixin, Lê em av, ax û xwezayê tune dikin. Em ava zikê erdê tune dikin. Em bi deste xwe rê li pêş felaketên mezin vedikin. Divê xaniyên ku bên avakirin li gorî pêdiviya mirovan bê avakirin. Li gorî pê qadên tenduristî û perwerdehiyê bên avakirin.
Lê yên ku tên avakirin li gorî pêdiviyên polîtîk û ranta siyaset û hilbijartinê tên avakirin. Ger ku biryar hat dayîn divê kesên muxatab jî karibin di nava biryarê de cih bigirin û her kes bi hevre biryarê bide.
MA / Sadiye Eser