AMED – Aktivîstê Komeleya Ekolojiya Amedê Guner Yanliç, diyar kir ku biryara Danıştayê ya li ser projeya HES a Newala Munzurê serkeftina hêza birêxistin a gel e û got: "Heke helwesata birêxistina li Dêrsimê ji bo HES’a Newala Munzirê hat nîşandan li Amed û Êlihê ji bo Hevsel û Heskîvê bê nîşandan dê heman serkeftinê bi dest bixe."
Daîreya 10’emîn a Daniştayê biryar da ku HES û bendavên li Newala Munzurê tên çêkirin neçarin li gor nirx û pîvanê Nirxandina Etîk a Hawirdorê (ÇED) be. Aktivîstê Komaleya Ekolojî ya Amedê Yanliç di nirxandina xwe ya li ser biryara Danıştayê ya li ser Newala Munzurê destnîşan kir ku ji 1960’î şûn ve li ser herêmê siyaseta pişaftinê pêk tê û tê kurkirni. Li Dêrsimê hemû aliyên hêzên civakî hatin gel hev û xwe birêxistin kirin. Bi hev re tevgeriyan. Di biryara Daniştayê da serkeftina vê hevkariya civakî ye.
ÇEMÊ BOTAN, NEWALA DÎCLE Û GOLA WANÊ
Guner Yanliç got ku ew nabêje piştî biryara Daniştayê em bikevin rehavetû ev biryar dê pir tişt biguhêrîne û wiha pêde çû: “Pergal xwe li ser van kiryarên Kapîtalîst ava dikin. Di 1938’an de li ser Dersimê Pilana Islahata Rojhilat xistin meriyete. Îrojî projeyên wisa dertên pêşberî me. Di van 20-30 salan de bi lêkirina bendavan lez didin koçberiya li heremê. Ji bo daxwaza zêde ya kar kes, xweza û jin bo ku bikin meta û bixin xizmeta tekelan her tişt dikin. Bendavên li Dersimê ji bo endustriyalîzmê xurt bike tên lêkirin. Em dixwazin wek biryara Daniştayê ji bo Projeya HES a Newala Munzirê da ji bo Çemê Botan, Newala Dîcle û Gola Wanê jî bide. Hêviya me ev e ku desthilatdarî biryara hatî dayin esas bigre û li gor wî tevbigere.”
‘TEXRÎBATA XWEZAYÊ DIDOME’
Yanliç aşkera kir ku bi lêkirina bendavan dixwazin têkiliya gel ji dîrok û kevneşopaya wê qut bikin. Biryara Daniştayê rast e. Lê komên sermayedar pes nakin û wiha vegot: “Sermayedar di demên pêş de bi zagonên din êriş bînin ser me. Ev xirsa pergalê ya kar dê bê nevbar êriş bîne ser kavilên ekoya civak û xwezayê. Di salên dewî de pergal desteka mezin dide sermayedaran. Kiryarê texrîbatan hevkariya her du aliyan e. Di 2 salên dawî de bi OHAL’ê taxrîbatan kirin. Ev jî destnîşan dike ku ew dê li cihê mayî êrişên xwe bidomînin.”
‘ME GOT QE DÊ UNESCO ME BPARÊZE’
Ji 1970 ve Newala Munzur parka xwezahî û herêmek sît e. Li gel vê 4 bendav û 16 HES hatin lêkirin. Yalmaç wiha pêd çû: “Tirkiye li gor peyam û desnîşanên xwe tevnagere. Cihê ku wî ‘wek Parka Mîli’ îlan kir jî ji bo kara sermayedaran kir cihê mezatê. Daristanên di bin parastinê de ne avêt pêşiya talangeran. Ji bo cih û warên çandî û dîrokî yên di bin qewlê UNESCO’yê de destnîşan kir jî şewitan. Di binê Peymana Ramsar de îmzeya Tirkiyê heye. Di çarveya vê peymanê de Newala Munzur û Baxçeyên Hewselê di bin ewlehiyê de ne. Lê van biryaran binpê dike. Me bi salane bawer dikir ku UNESCO û UNICEF dê me biparêze. Lê cihê ku îro em têdene me dît ku vana me naparîzin. Tişta ku kare me, çanda me, xweza û dîroka me biparêze hêza gel a birêxistin e.”
Yanliç bang li kes û derdorên hesas kir û ji wan xwest wek hêza gel a li Dêrsimê xwe birêxistin bikin û xwedî li Hewsel, Heskîf û şûnwarên wisa derkevin.
PEYMANA RAMSAR ÇIYE?
Peymana Parastina Şunwarên Avî ya Navneteweyî ye û di cîhanê de gelek şûnwarên avî diparîze û hesasyet ji bo wan nîşan dide. Nûnerên welatên cîhanê 1971’ê li bajarê Ramsar a Îranê civiyan li ser parastina şûnwarên avî yên li cîhanê lihevkirin. Peyman hat îmzekirin û navê Peymana Ramsar hat lêkirin.