Tevî heywanên xwe di axure de dijî

img

DERSIM - Husniye Saraigul ku li navçeya mezrika Karataş a gundê Havûzlû ya Pulurê tevî heywanên xwe di axur de dijî, tevî hemû zor û zehmetiyên zivistanê jî naxwaze dev ji jiyana xwezayî berde. 

Husniye Saraigul (60) ku li navçeya mezrika Karataş a gundê Havûzlû ya Pulurê tevî heywanên xwe di axur de dijî, tevî hemû zor û zehmetiyên zivistanê jî naxwaze dev ji jiyana xwezayî berde. 
 
BI TENA SERÊ XWE DIJΠ
 
Sarigul, bi sewalvaniyê debara xwe dike. D sala 1994'an de di dema valakirina gundan de mecbûr ma ji gundê Havûzlû yê Pulurê koçî Stenbolê bike. Sarigul 6 salan li Stenbolê ma û di sala 2000'î de hat Pulurê. Ji ber erdê li gund bê tapo bû nikaribû xanî çêbike, li mezrika Karataşê bi cih bû. Sarigul destûr ji şêniyên mezrikê girt û bi cih bû. Di salên 90'î de dê û bavên wê mirin û loma bi tena serê xwe dijî. 
 
Sarıgul, her sal zivistanê tevî heywanên xwe dihat Pulur û biharan berê xwe dida zozanan. Lê belê îsal ji ber li navenda navçeyê cihek ji xwe re peyda nekir, tevî heywanên xwe di axurê 3 odeyî de dijî. 
 
Tevî hemû zor û zemhetiyên jiyana li gund jî, naxwaze dev ji vê jiyanê berde. Sarigul bilêv kir ku çêlekên wê û her du kûçikên wê jiyana wê û malbata wê ne. Her wiha got, wexta tiştek tê serê heywanên wê pir li ber dikeve. 
 
AVÊ JI ROBAR TÎNE 
 
Li gund pirsgirêkên Sarigul bi wan re rû bi rû dimîne yek jê jî pirsgirêka ceryan û avê ye. Sarigul, bi qofeyan avê ji robarê kîlometreyekê dûrî mezrikê ye dikişîne. 
 
Sarigul, diyar kir ku ji bo li navenda navçeyê jê re axurek bê peyda kirin wê serî li qeymeqam û şaredariyê daye, lê belê alîkariya wê nehatiye kirin. 
 
Sarigul, anî ziman ku jiyana wê di navbera zozan û navenda navçeyê de jiyaneke koçerî ye û dixwaze êdî mal, erde û axurek wê hebe. Sarigul, bilêv kir ku ew karê li gund bi tena serê xwe dike û got: "Ji tu derê derametek nayê. Ji bo jiyana xwe bidomînim sewalvaniyê dikim. Pir ji heywanên xwe hez dikim. Naxwazim ji wan veqetim. Loma jiyana min koçberî ye û di axureke yek odeyî de ye. Kesek bi ser min de nayê. Şeveqê zû radibim, heta êvarî karê xwe dikim. Wext bi vî awayî derbas dibe. Ji rayedaran tenê daxwazek min heye ew jî xanî ûa xurek e." 
 
MA / Semra Turan