Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê

img
ÎZMÎR – Li Tirkiye di sala 2018'an de li Dersîm, Amed, Mêrdîn di operasyonên eskerî de daristan hatin şewitandin. Li herêma Marmara, Ege û Derya Spî jî ji aliyê sermayedaran ve daristan hatin şewitandin. Gelek projeyên HES, RES û Santralên Nukleerê ketin meriyetê. Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku li Tirkiye rêveberiya ku xwezayê pêşkêşî sermayedaran dike welat bi rêve dibe. Çirak, anî ziman ku heta ev feraset hebe dê di sala 2019'an jî talankirina xwezayê bidome. 
 
Li Tirkiye di sala 2018'an de bû sala talankirin û wêrankirina ekolojiye. Li Kurdistan û Tirkiye daristan hatin şewitandin. Li ser çem û Rûbarên Kurdistan û Derya Spî HES hatin avakirin. Li pişta çiyayan RES hatin avakirin. Heskef hat talankirin û wêrankirin. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Daristanê di sala 2018'an de 941 caran daristan şewitî. Di şewatê de 2 hezar û 542 hektar qadên daristanê tev şewitîn. Li herêma Amed, Dersim, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg di operasyonên eskerî de eskeran daristan şewitandin û destûr nedan welatiyan ku şewata daristanê vemirînin. Li çiyayên Dersim, Lîce û Cûdî, Gabarê bi hefteyan daristan hatin şewitandin. Warê dîrokî Sûr hat xerakirin. Hevsel di bin ava bendavê de ma. 
 
Li Sûrê û baxçeye Hevselê ku ji aliyê UNESCO ve wekî mîrateya cîhanê hat qebûlkirin li şûna bê parastin hat wêrankirin û hêj tê wêrankirin. Bendava Dîcleyê teqiya û Baxçeyê Hevselê di bin avê de ma. Warê dîrokî Heskef ji ber bendava Ilısu di bin avê de dimîne û berhemêm wê yên dîrokî ku heta 12 salan emrê wan heye ji cih û warên xwe tên guhestin û wêran bûn. 
 
Li navçeya Gulnarê ya Mêrsînê di 3'ê nîsanê de Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rusya Vladimir Putin bi hevre esasê projeya Santrala Nêza Nukleerê ya Akkuyu (NGS) avêtin. Li navçeyên Silifke, Anamur û Aydincikê li 7 nokteyên cuda 32 çiftlîkên masiyan ku kapasiteya wan 45 hezar ton e hatin avakirin. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, di 3'ê Tebaxê de projeya Kanal Îstanbul xist meriyetê û li wir jî ekolojî wêran kir. Bi vê kanalê dê nefesê li bajar bisekinîne û ekolojiya Stenbolê xera bike. Bi vê Projeyê dê qadên çandiniyê tune bibin. Li gorî daneyên TUÎK'ê di navbera salên 2010-2016'an de di sala 2010'an de ava ji aliyê santralên termikê ve hat xerçkirin, 4.2 milyar metrekup bû, Ev av di sala sala 2016'an de derket 8.6 milyar metrekupê. Ji ber ku li Tirkiye enerjî ji sedî 55 ji santralên termîkê tê xerçkirin. Di sala 2018'an de li Çanakkale, Edene, Trakya, Konya, Îzmîr, Mugla, Zonguldak, Bartin û Kutahya jî 60 santralên termikê yên nû hatin plankirin. Ev bêtir gefan li ava vexwarinê jî dike. Dîsa de li Îzmirê 6 RES'ên nû ava bikin. Li gorî rapora Yekitiya Enerjiya Ba ya Tirkiye (TUREB) a çileya 2017'an li Îzmirê 38 RES hene û 6 RES jî di înşaetê de bûn. Di sala 2011'an de li ÎZmirê projeya lêgerîna Zêr berdewam kir. Di sala 2018'an de Odeya Tabîban a Îzmirê ji bo rapora ÇED'ê doz vekir û doz qezenç kir û proje betal kirin. 
 
Li navçeya Urla jî ji ber di tanka germkirine ya Zanîngehae Ege de cizirandina petrolê çê bû, fuel oil derya qirêj kir û cizirandina petrolê ya daryayê li navçeyên Alîaga, Foça, Urla bi hezaran masî û cureyên sewalên avê mirar bûn. 
Li navçeya Karabaglar a Îzmirê, şîrketên Adem Petrol, Termal, Înşaat, Turizm, Maden, Sanayiya îtalat û îxracatê ya Enerjiyê xwestin li nava 2 daxan bîrên JES'ê vekin. Lê şêniyên taxê nobet girtin û destûr nedin ku ev şîrtet bîrên JES'ê vekin. 
 
Wezîrê Berê yê Ragihandin û Bahravaniyê Binali Yildirim, dema di 2011'an de şaredarê Îzmirê bû, Projeya derbasbûna Kendavê amade kir û ev proje bû navenda rantê. Li Aydinê gelek projeyên JES'ê hatin avakirin. Tevî biryara ÇED'ê ku ne guncav e jî dîsa proje xistin meriyetê û gele Aydinê li dijî JES'an dest bi çalakiyên nobeta li Konan kirin. 
 
 
Li gorî rapora Odeya Endesyarên Derdorê ya Muglayê, di sala 2018'an de ÇED'ê 72 proje red kirin.  
 
Endamê Meclisa Ekolojiyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak, diyar kir ku sala 2018'an ji bo têkoşîna ekolojiyê bû salek dijwar û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li dijî ekolojiyê bi feraseta rantê nêzîk dibe. Serokomar Recep Tayip Erdogan got 'Me li Stenbolê îxanet kir' Hikûmetê Tirkiye her der kir dojeh. Hikûmet her dera Tirkiye pêşkêşî rantxwiran dike. Projeyên li Bergama Ovacik, Uşak Eşme, zozanên Kozakê, Çiyayê Kazê yên madenkariyê xweza talan kirin. Hewa, ax û ava deryayê qirêj dikin. Warên çandiniyê wêran dikin. Walî raporên ÇED'ê dide şirketan. Gelek talankirin û wêrankirina ekolojiyê erê dike. Feraseta hikûmetê ekolojiyê pêşkêşî sermayedaran dike. Divê ev feraset bê guhertin. Heta ku ev feraset hebe dê sala 2019'an jî ekolojî talan û weran bibe. Ev talankirin û wêrankirin bi polîtîkayên şer ve jî girêdayî ne. Li bajarên Kurdan çiya tê bombekirin. Daristan tên şewitandin. Warên dîrokî û çandî yên bajarên kurdan tên xerakirin. Hemû ekolojî bi hevre tê wêrankirin." 
 
MA / Ruken Demir