Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye

img

AMED – Qadeke 60 kîlometreyî ya Çemê Dîcleyê, ji statuya çemî hatibû derxistin. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, diyar kir ku li vê qadê rê li ber gelek xetereyan hatiye vekirin û xwest careke din statuya çemî li vê qadê bê barkirin. 

 
Di sala 1997'an de ji destêpa Çemê Dîcleyê heta sînorên navçeya Bismilê, beşeke Çemê Dîcleyê ji statuya çemî hatibû derxistin û statuya "robarî" lê hatibû barkirin. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ya wê demê, derpêş kiribû ku bendavên Kralkizi û Dîcleyê debî/birha çem kêm kirine. Wexta ev biryar hatibû girtin hayê raya giştî jê tune bû. Di sala 2015'an de rêxistinên civaka sivîl û ahwirdorê hay ji vê yekê çêbûn. Bi vê biryarê wezaretê ev qad wekî "qada rezervî ya avaniyî" îlan kir û xwest bi vî awayî rê li ber çêkirina avahiyan vebike. Lê belê dadgehê ev biryara wezaretê betal kiribû. Paşê Desteya Parastina Axê ya Bajêr, qada 7 donimî ya li gelî ji wesfa "çandiniyê" derxist û li ser çem dest bi plansaziya Santralên Hîdroelektrîkê (HES) kir. Piştî bertek hatin nîşandan projeyên HES'ê hatins ekinandin û Wezareta Çandiniyê ya wê demê jî biryara Desteya Parastina Axê ya Bajêr betal kir. 
 
DÊ AVAHÎ ZÊDE BIBIN
 
Endamê Platfoorma Parastina Hevselê û Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn, diyar kir ku wê li vê qada 60 kîlometreyî çêkirina vahiyan zêde bibe û wê hejmara avahî û tesîsan zêde bibe. Hatûn, xwest statuya çemî ya vê qadê bê îadekirin. 
 
DÎCLE NAYÊ PARASTIN 
 
Hatûn, bi guherandina statuyê beşa li nav bajêr a Çemê Dîcleyê ji "mafê peravê" hatiye mehrûmkirin û bi statuya nû re şerîda peravî ya 60 kîlometreyê navbirî bê parastin maye. Hatûn, destnîşan kir ku çem û geliyên bajarekî mîrateya çandî û xwezayî ya wî bajarî ne û biryarên bikaranîna erd yên pêşaniya wan ne xweza ye, avaniya xwezayî ya çem diguherînin û dibin sedema bêqalîtebûyîna jiyanê û xirabkirina tenduristiya bajêr.
 
Hatûn, diyar kir ku Çemê Dîcleyê ji bo hin kesan veguheriya cihê rantê û ji ber vê qada jiyana xwezayî bi xetereyan re rû bi rû maye. Hatûn bilêv kir ku ya pêk tê bi zanebûnî tê kirin û got: "Dibêjin heta Bismilê ne çem e, lê jê pêvtir çem e. Ev polîtîka, bizanebûnî tê kirin. Çimkî tişta biqîmet jixwe qismên çemî yên di nav bajêr re derbas dibin. 'Mafê peravê' heye. Perav qadeke giştî ye û aîdî her kesî ye. Eger di warê teknîkî de ne çem be, wê çaxê bi navê 'mafê peravê' tiştek namîne." 
 
Hatûn, anî ziman ku ger herêmên peravî ji holê bên rakirin eê ev der pêşkeşî sektora taybet bê kirin û jixwe Projeya Geliyê Dîcleyê jî ji bo vê hatiye amadekirin. Hatûn, got: "Eger tatuya beşa Çemê Dîcleyê ya heta Bismilê neyê îadekirin, wê heta noteya sifirî ya çem her der pêşkeşî sermayeyê bê kirin. Eger statuya çemî bê sererastkirin, wê çaxê 'mafê peravê' jî heye." 
 
‘LI DIJÎ RANTÊ TÊKOŞÎNA JI BO STATUYÊ' 
 
Hatûn ku got "Çima statuya çemî ya Dîcleyê hat betalkirin?" got: "Ji bo çi hîn jî statuya Dîcleyê îade nakin û ji bo çi di vê de israr dikin, em hemûs edemên wê dizanin. Bi rastî jî eger tiştekî samîmî bê kirin, divê statuya çemî ya Çemê Dîcleyê bidinê." Herî dawî Hatûn destnîşan kir ku ji bo mafê statiya çemî ay Dîcleyê ew ê li dijî rantê bitêkoşin. 
 
MA / Lezgîn Akdeniz