‘Ji Çiyayê Kazê heta Heskifê divê em têkoşînê mezin bikin'

img

ÎZMÎR - Parlamenterê Îzmirê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP ku ji Ekolojiyê Berpirsiyar e Murat Çepnî, diyar kir ku li gelek deverên Tirkiye ekolojiya Tirkiye wêran dibe û wiha got: "Ji bo parastina ekolojiya Tirkiye divê ji Çiyayê Kazê heta Heskifê em têkoşînê mezin bikin û yekêtiya têkoşînê ava bikin." 

 
Li gelek herêmên Tirkiye kanên maden, kevir, komir,  mermer, bendavên HES, Santralên Jeotermîk (JES) û Santralên Ba (RES) tên avakirin. Şîrketên ku kanan ava dikin û projeyan pêş dixin bêyî lêkolînê bikin û bêyî ekolojî, xweza û peşeroja gelê lerêmê bifikirin dest bi projeyan dikin. Dîsa bi bertîlan raporan ji ÇED'ê distînin û dest bi projeyan dikin. Heta niha ji ber projeyên şîrketan gelek rûbar zuha bûn, gelek daristan hişk bûn, bi hezaran nebat tune bûn û bi hezaran cureyên teyr û çûkan koç kirin. Bi dehan cih û warên dîrokî û çandî di bin avê de man. Niha xwezaya Çiyayê Kazê talan dikin. Warê dîrok û çanda mirovahiyê Heskifê di bin avê de dihêlin. Dîrok û çanda mirovahiyê di bin çavê de dimîne. Ji Çiyayê Kazê heta Warê Dîrokî Heskifê, Ji Çiyayê Mûnzûrê yê Dersimê heta Aydinê gelek warên, çandî, dîrokî, çandiniyê û axa bi bereket talan û wêran dibe û ekolojî xera dibe. Têkildarî talankirin û wêrankirina ekolojiyê Parlamenterê Îzmirê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP ku ji Ekolojiyê Berpirsiyar e Murat Çepnî, nirxandin kir. 
 
Çepnî, diyar kir ku li gelek deverên Tirkiye ekolojiya Tirkiye wêran dibe û wiha got: "Ji bo parastina ekolojiya Tirkiye divê ji Çiyayê Kazê heta Heskifê em têkoşînê mezin bikin û yekêtiya têkoşînê ava bikin. Li diji Ekosistemê siyaseta talankirinê pêş ketiye. Sermayeya ku hemû cîhanê jahrînî bike te pêşxistin. Em niha bi sermayeya ku hemû cîhanê jahrînî bike re rû bi rû ne. Mînaka herî şênber Heskif e. Dîrok û çanda 12 hezar salan a Heskifê tune tune dibe. Li şûna dirokê ronî bikin, dirokê di bin bendava ku temenê wê 50 salin de defin dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye." 
 
‘AKP BÛYE CEO YA ŞÎRKETAN'
 
Çepnî anî ziman ku AKP bûye  CEO ya şîrketan û wiha got: "Talankirina xwezayê û zerara ku didin pergalên ekolojiyê her ku diçe zêde dibe. Di talankirina ekolojî û xwezayê de tenê şirketên derve qezenc dikin. Niha li Çiyayê Kazê şîrketa Kanada hatiye li zêr digere. Ji bo vê yekê 195 hezar dar birîn. Destûrdayîna vê yekê cînayetê herî mezin e. Niha li Aydinê dixwazin 64 Santralên Enerjiyê yen Jeotermalê (JES) ava bikin. Projeyên JES'ê tahrîbatek mezin dide xwezayê. Hikûmet wekî li Dersimê bêyî hişyariyan li ber çavan bigire talan li ser dalanê zêde dike. Xwezayê wêran dike. Li Heskif, Çiyayê Kazû Bedlisê jî projeyên JES'ê hene. Lê em hêj dereng nemane. Ger ku em têkoşîna xwe bikin yek û têkoşîna xwe mezin bikin em dikarin van projeyan rawestînin. E mdikarin bi têkoşînek mezin û hevpar rê li pêş talankirinê û rantê bigirin. Em weki HDP'ê û tevgera ekolojiyê dê helwest û têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
Çepnî, heri dawî minaka berxwedana li Kavakli Dere ya li Kampusa Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) da û wiha bi dawî kir: "Ne tenê ji bo em şermezar bikin, ji bo em mafê xwe bistînin dema ku em têbikoşin û çalakiyan li dar bixin em dibînin ku em bi ser dikevin. Li Heskifê xwestin çalakiyan li dar bixin lê destûr nedan. Yên her dem çalakiyan li dar dixin wan binçav dikin. Divê Heskif jî bibe rojeva sereke ya derdorên ekolojiyê û hêzên demokratîk. Tekoşîna ku ji bo Çiyayê Kazê dan, divê ji bo Aydin, Heskif û Munzûrê jî bê dayîn. Em bang li hemû ekolojîst û hêzên demokratîk dikin ku têkoşîna hevpar mezin bikin. Li Kurdistanê di bin navê siyaseta Bendavan de siyaseta şer tê kirin. Bendavê bi hinceta ewlehiyê tên avakirin, avê wekî çekê dixin xizmeta siyaseta xwe. Li dijî talankirina ekolojiyê u li dijî siyaseta şer em tekoşînek hevpar û mezin pêş bixin." 
 
MA / Sevda Aydın