AMED - Li gundê Ambarê ku jîngeheke 10 hezar sal berê derketibû holê, xebatên ji bo kolandinê bêhis û pis tên kirin û piştî Bendava Ambarê av bigire wê ev jîngeha dîrokî jî wekî Heskîfê di bin avê de bimîne.
Li texma Bendava Ambarê ku di navbera navçeya Karaz û navçeya Pîranê ya Amedê de tê çêkirin, jîngeheke dîrokî derket holê. Lê belê ji ber vê bendavê wê ev der jî wekî Heskîfa dîrokî di bin avê de bimîne.
XEBATÊN JI BO KOLANDINÊ BÊHIS Û PIS TÊN KIRIN
Hat hînbûn ku xebatên kolandinê yên arkeolojîk ku par dest pê kirin bêhis û pis tên kirin. Hat derpêşkirin ku Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Heyînên Dîrokî û Muzeyan ji xebatakaran re gotiye gava tiştek bê dîtin bêyî wan divê bi çapemeniyê re neyê parvekirin. Li gorî agahiyên bi destketin li Girê Fila û Girê Hecî û li texma Aşê Zixûl ê gundê Ambarê, hin hestiyên mirovan hatine dîtin. Hat gotin ku di dema kolandinê de gelek tişt hatine dîtin û ji van tiştan hin jê şikêlk, hewdikên avê, hin kevirên cur bi cur, kevirên wekî ên meteorê, gelek berhemên dîrokî û fîgurekî mirovan ku şewqe di serî de bûye hatine dîtin û ev tişt hemû bi lez û bez birine.
HESTÎ LI DIBISTANÊ NE
Li gorî tê gotin, hestî û berhemên dîrokî ên di dema kolandinê de hatine dîtin li dibistana gund tên parastin. Hat bilêvkirin ku cihê tê kolandin derdora wê bi têlan hatiye girtin û ji xeynî şêniyên gund nahêlin kes biçe herêmê.
BENDAV QEDIYA
Hat diyarkirin ku Bendava Ambarê temam bûye, lê belê ji ber xebatên kolandinê karê avgirtinê hatiye taloqkirin.
JÎNGEHEKE 10 HEZAR SALÎ
Hin xebatên arkeolojîk ên li gundê Ambarê tên kirin ji aliyê Seroka Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Ayşe Tûba Okse ve tên kirin. Okse, derbarê xebatên tên kirin de hin agahî parve kirin û got, tiştên di dema kolandinê de hatine dîtin îşaret bi serdema Neolîtîkê dikin. Okse, bi bîr xist ku Wezareta Çand û Turîzmê naxwaze derbarê xebatê de agahî bi çapemeniyê re bên parvekirin û got: "Li girekî bicihbûyîn 10 hezar sal berê dest pê kiriye, li girekî din jî 9 hezar sal berê. Her du jî 7 hezar sal berê vala bûne. Di Serdema Navîn de careke din mirov lê bi cih bûne."
GORISTANA XIRÎSTIYANAN
Okse, da zanîn ku li girekî jî goristaneke xirîstiyanan hatiye dîtin û texmîn dikin ku ev goristan goristaneke 500 sal berê ye û got: "Di girê li nav gund de jî jîngeheke 7 hezar sal berê heye. Ev heta dawiya Serdema Navîn dewam kiriye û paşê wekî goristana misilmanan hatiye bikaranîn."
Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Aytaç Coşkûn ku serokê beşeke kolandinê ye, diyar kir ku armanca xebatên kolandinê ew e ku berhem û avahiyê dîrokî di bin avê de nemînin û ji xeynî vê nexwest tu tiştî bibêje.