AYDIN - JES'ên li ser zeviyên çandiniyê tên avakirin, cotkarên Aydinê bê zar kirin. Cotkaran diyar kirin ku bi JES'an re qalîte û bereketa berhemên wan daket û wiha gotin: "Em dê di nava vê jahrê de çawa çandiniyê bikin. Ne tehm maye û ne jî bereket."
Ji ber Santralên Enerjiya Heotermalê (JES) der û dor gelekî qirêj dibe û ev qirêjî bandoreke xirab li ser hilberînê jî dike. Li Aydinê li ser axa herî dewlemend hilberînek pak nayê kirin. Berhemên çandiniyê yên herî dewlemend ên herêmê, zeytûn, hêjîr û tirî ye. Ji ber ku JES hewa û avê qirêj dikin, berhemdariya axê jî dikeve û wekî berê tu temê nade.
‘HER SAL XIRABTIR DIBE’
Abdusselam Zengîn yê li taxa Ortaklarê ya girêdayî navçeya Germencîkê dijî, ji sala 1988'an de di baxçeyê xwe de hilberîna zeytûn û hêjîran dike. Zengîn da zanîn ku berî JES'an, wan 5 mehan zeytûn berhev dikirin, lê niha di mehekê de hemû zeytûn tên berhevkirin. Zengîn sedema vê jî bi bê berhemiyê ve girêda û wiha got: "Piştî JES'an zeytûn 3-4 salan carekî berhem didin. Avên germ ên ku JES berdidin, erdê çandiniyê zerarê dibîne. Dîsa ocaxên kevir û fabrîqeyên ensustiriyê jî zerarek mezin didin çandiniyê. Her sal rewşa zeytûn û hêjîrê xirabtir dibe. Ji ber JES'an hêjîr mezin nabin. Tu tem tune û wekî lastîkê ye. Berê di 3-4 kîlo zeytûn de kîlok rûn derdiket. Lê niha di 8-9 kîloyî de kîlok rûn tê girtin."
‘HEQÊ KARKERAN DERNAXE’
Zengîn piştrast kir ku dema li Tirkiyeyê çandinî qediya, dê her tişt biqede û wiha axivî: "Rewşa cotkaran gelekî xirab e. Êdî cotkar berhemên xwe nafroşin. Di vê krîza aborî de cotkar zevî û matorên xwe difiroşin. Heqê karkeran jî dernayê. Yanî fêkî û zebze êdî tune. Divê hikumet û mirov di vê der barê de hişyar bin."
TU TEHM Û LEZET NEMA
Feyzî Çinar bavê 5 zarokan e, 30 sal e li Germencîkê dijî. Çinar hilberîna karûkan dike û baxçeyê wî yê hêjîran jî heye. Çinar destnîşan kir ku 2 sale hêjîr reş dibin, mezin nabin û wiha pê de çû: "Karkerên çandiniyê êdî li Aydinê nikarin debara xwe bikin û darên xwe jê dikin. Darên xwe difiroşin fabrîqe û fîrmayan. Dîsa Newala Neplî ya li Germencîkê ava wê tev qirêj bûye."
Çinar da zanîn ku ava Çemê Menderesê Mezin jî qirêj bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em 14-15 salî bûn me ava Çemê Menderesê vedixwar. Niha masiyên wê jî neman û yên heyî nayên xwarin. Hemû rayedaran çav û guhên xwe ji talana xwezayê re girtiye. Wiha biçe dê Aydin bibe çol."
‘HILBERÎN QEDIYA’
Yusuf Ayvaz ê li navçeya Koşkê dimîne, 12 sal e cotkariyê dike. Ayvaz da zanîn ku JES'an bandoreke gelek xirab li ser çandiniyê kiriye û ev tişt anî ziman: "Em hatine rewşek wisa ku dest ji cotkariyê berdin. Bi JES'an re rêjeya hêmê zêde bû. Hêjîr ji hêmê hez nake, hez ji bayê dike. Ji ber hêmê nebat tune dibin. Becanên sor hebûn, hemû şewitîn. Tufrengî jî ji vê bandor bûn. Hemû berhem tune dibin. Hêjîr gelekî bê qalîte bû. Rayedaran aşkera kir ku îsal 79-80 hezar ton hêjîr heye. Gotin sedî 10 zêde ye. Em baş dizanin ku ji 50 hezar tonî derbas nebû. Qalikê derve wekî lastîkê ye. Zeytûn wekî dendikê xwe ye. Şirketan mehfa me anî. Berê di axên me de av hebûn. Lê niha av nema. Çavkaniyên me yên avê tune bûn."
MA / Rûken Demîr