AMED - Prof. Dr. Erdogan Atmiş, diyar kir ku her diçe daristan kêm dibin û got, gotinên wekî "me daristanek nû ava kir" tenê xapandin e.
Li Tirkiyeyê her sal bi sedan hektar qadên daristanî dişewitin û dibin qurbana rantê. Çendî ku îqtîdar dibêjin "em hêşînahiyê diparêzin" jî, pispor berevajî vê dibêjin û diyar dikin ku her diçe daristan kêm dibin û dibin sedema talûkeyên mezin.
Prof. Dr. Erdogan Atmiş jî destnîşan kir ku divê liv û tevger ne li gor daxwazên sermayeyê li gor berjewendiyên daristanê be.
Atmiş, destnîşan kir ku daneyên ku hikûmet der barê daristanan de aşkere dike ne rast in û got: "Li gor daneyên 2005-2015'an ên Midûriyeta Giştî ya Daristanan daristanên me zêde bûne. Li 60 bajarî wekî qad zêde dibin, li 2 bajaran naguherin û li 19 bajaran jî kêm dibin. Li bajarên pîşesazî lê pêş ketî, mirov koçî wan dikin û rant lê zêde ne daristan kêm dibin. Mesela li Herêma Marmarayê ji xeynî sê bajaran li bajarên din daristan kêm dibin. Tesîsên enerjî û madenan daristanan perçeperçe dikin. Ev qad hê jî di qeydan de wekî daristanan dixuyên. Bi vî awayî daristan kêm nabin. Lê di rastiyê de li van deran daristan tunene. Talûkeya mezin jî ev e. Bi kampanyayên darçandinê ser vê yekê digirin."
‘DARISTAN TENÊ NE DAR IN'
Atmiş diyar kir ku her diçe li Tirkiyeyê hejmara daristanan kêmtir dibe û got, divê gava behsa daristanan tê kirin tenê dar neyên famkirin. Atmiş, got: "Heger em daristanê tenê wekî daran fam bikin, em ê daristanan nebînin. Ekosîstem bi milyaran salan çê dibe û tu rabî wê tune bikî û çend şitlan deynî û bêjî 'me daristanek nû ava kir', ev xapandin e. Daristan tenê ne dar e. Daristan, ekosîstemeke ku ji heywan, nebat, tûm, ax, heyberên candar û necandar pêk tê. Ev ekosîstem wisa birasthatinî çênabe. Ji heyberên candar û necandar ên bi hezaran salan carekê tên cem hev du pêk tê. Îjar gava tu vê yekîtiyê ji holê rabikî, zehmeteke ku tu ay nû li şûna wê deynî."
Atmiş, diyar kir ku bi vê yekê re her diçe krîza ekolojîk jî bêtir rû dide û got: "Li cîhanê di navbera sala 1990-2015'an de yanî di 25 salan de 129 hektar daristan kêm bûne. Li Tirkiyeyê jî ev krîz heye. Heger em vê krîzê nebînin wê fatûreya wê giran bibe. Tunekirina daristanan ji sedî 20 tesîrê ku krîza avhewayê dike. Ji 3 parên karbona cîhanê parek jê ji hla daristanan ve tê girtin. Niha li seranserê cîhanê krîza avê heye. Wê ev krîz girantri bibe. Heger hûn rabin daristanan tune bikin wê krîza avê girantri bibe. Wê gelek celebên heywanan û nebatan tune bibin. Wê lehî rabin. Heger em dixwazin xwezayê biparêzin nexwe divê em xwedî li daristanan derkevin."