‘Baran jî bi jehrî dibare’

img

ÎZMÎR – Ekolojîst Ertugrul Barka, têkildarî talankirina ekolojiyê û bandora wê ya li ser avê bal kişand ser qirêjiya baranê û wiha got: "Ji ber talana li ser xwezayê, barana ku dibare jî jehrê dibarîne."

Li cîhanê û Tirkiyeyê her roja ku nifûsa mirovan zêde dibe û ji ber hişkesaliyê daxwazên ji bo avê zêde dibin, her roja ku derbas dibe çavkaniyên avê kêm dibin. Barana ku dibare vê daxwazê pêşwazî bike jî ji ber talana li dijî xwezayê ava vexwarinê her ku diçe qirêj dibe. Di salên dawî de li herêma Egeyê, Santralên Enerjiyê yên Jeotermal (JES) Santralên Enerjiya Bayê (RES) û Santralên Hîdroelktrîk (HES) her ku diçin zêde dibin. Li gel van texrîbata ku madenên zêrî, kanên kevir û komirê jî bandoreke xirab li ser xwezayê dike. Bendava Tahtaliyê yek jî çavkaniya ava vexwarinê ya herî mezin a Îzmîrê ye. Îdiaya Madena Zêrî ya Efemçukuru siyanurê dixebitîne, ji ber wê ew jî wekî Çemê Menderesê di bin gefê de ye. Dîsa ji ber ku bermahiyên sanayê tev li dibin, qirêj dibe. Ekolojîst Ertugrul Barka da zanîn ku du mînakên qirêjkirina Bendava Tahtali û Çemê Menderesê hene, ji ber texrîbata xwezayê barana ji hewa dibare jî jehrî bûye.
 
‘JI BO RANTÊ EWRAN JÎ DIFIROŞIN’
 
Barka destnîşan kir ku ji bo sanayî berdewam bike, divê xwe mezin bike û wiha axivî: "Hikumeta heyî xwezayê wekî metayê dibîne. Çavkaniyên avê, daristan, kendav, newal û pêravan ji xwezaya wan derdixe. Li cîhanê ji bo sermaye û ranê ewran jî difiroşin. Mînak şoreşa li Bolîvyayê şoreşa avê ye. Dibêjin li hewa ew qas zêdehiya latên ewrî heye, ev hewa ew qas baranê dibarîne, di vê herêmê de ew qas zêde av heye û difiroşin şirketan. Êdî gundî jî neçar dimînin avên xwe dikirin. Lê ji ber ku di warê aborî de derfetên wan tune ye, kûpan datînin ber şoretanên avahiyên xwe û ava baranê tije dikin. Lê avên ku wiha kom dikirin jî leşkeran dihat dirijand û ev ava ku berhev dikirin, şirketan deh qat û bîst qad ceza li wan dibirî û wisa tahsîs dikir. Heta cezayê girtîgehê jî didan wan. Mînakên wiha li cîhanê gelekin."
 
‘HIKUMETA BI DEREWAN GEL DIXAPÎNE’
 
Barka aşkera kir ku ji ber JES, RES, HES, kanên kevir û madenan, xwezaya Egeyê telekî zerarê dibîne, ev jî bandoreke xirab li ser avê dike û wiha pê de çû: "Baranên ku dibarin jî jehrê dibarînin. Ji ber jehra di baranê de zeviyên çandiniyê jî zerarê dibînin û tune dibin. Bi taybetî li herêma Egeyê talaneke xwezayê ya girîng heye. Sermayedar jî ji bo li ser vê bigirin, li gorî xwe derewên emzin dikin. Hikumeta heyî di bin navê razemeniyê de dixwaze li ser pirsgirêkên ekolojiyê bigire. Di bin navê sermaye/rezemeniyê de hewa tê kirîn û firotin. Ewropayê santralên hesin û pola, tesîsên enerjiyê, santralên termîkê û santralên veguhestinê bi tevahî kişand Tirkiyeyê. Rafînerên petrolê anîn Tirkiyeyê. Karên qirêj ên li welatê xwe nakin, tînin welatê me dikin."
 
‘AV TUNE BE JIYAN JÎ TUNE’
 
Barka anî ziman ku barana li Nadena Zêrî ya Kişladagiya Uşakê dibare, bandora wê zengê dihelîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku maden xwedî asîdê ne, barana ku dibare jî zengê dihelîne. Di demên borî de li Madena Zêrî ya Kişladagiya Uşakê hezar û 500 karker jehrî bûbûn. Êdî zelal bûye ku di baranê de asîd heye. Di santralên enerjî û sanayê yên herêma Egeyê de meteryalên giran didin xebatê. Ev di bêhngkişandina mirovan de texrîbatek mezin dide çêkirin. Divê çi bê kirin? Divê bê lêkolînkirin ku bi rastî jî raporên ÇED'ê bi rêk û pêk tên kirin. Mirovên li wê herêmê vê yekê erê dikin an na. Divê bi zelalî daynin holê."