ÎZMÎR - Yekitiya Ekolojî, têkildarî rewşa vîrûsa corona raporek parve kir û diyar kir ku di vê pêvajoya ku mirov ji ber şewbê nikarin ji malên xwe derkevin îqtîdarê vîrûs ji bo xwe kiriye firsend.
Yekîtiya Ekolojiyê li ser rewşa vîrûsê û polîtîkayên hikumetê yên li diji civakê raporek amade kir. Yekîtiye anî ziman ku sermaye û îqtîdar bang li gel dike û dibêjin “Li malê bimîne" di vê pêvajoyê de projeyên talankirina ekolojiyê berdewam dikin. Yekîtiyê têkildarî talankirin û wêrankirina ekolojiyê ya di vê pêvajoyê de raporek parve kir. Yekîtiyê di raporê de xwest demek berî demekê talankirin û wêrankirina ekolojiyê bê rawestandin û wiha cih da raporê. "Qadên ekolojîk ji ber talankirin û wêrankirina pergala kapitalist di bin gefên mezin de ye. Li tirkiyeyê sermaye û îqtîdar pêvajoya (Covid-19) ji bo xwe dike firsend.
Di vê pêvaoya vîrûsê de talankirina qadên ekolojîk wiha ne:
“* Li Gundê Kumarlar ê Çanakkale Şîrketa Madenvaniye ya Doğu Biga ji bo dest bi xebatan bike zorê li gund dike ku gund vala bikin.
* Li Gundê Gurgen ê Navçeya Guneysu ya Rîzeyê ligel berteken gel şîrket projeya HES'ê berdewam dike. Vîrûs ji bo xwe fikirin firsend û lez dan xebatên xwe.
* Li Artvinê xebatên kanan û HES'ê berdewam dike. Xebatên şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengiz Holdîngê li qadên madenê yên Cerattepe û Murgul ên Artivênê berdewam dikin.
* Li navçeya Yusufelîya Artvînê tevî îtîrazên gel xebatên HES'ê dest pê kirin.
* Gola Salda li gel di statuya qadaparastinê de ye, bi maşîneyen kar ketin nav. Ji bo Baxçeyê Millet rê u park ava kirin.
* Baxçeyên Hevselê ku ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin dixwazin bikin Baxçeyê millet.
* Bi biryarnameya serokomariyê li Edene, 9, li Artvinê 1, li Bolu 3, li Erziromê 7 bi giştî 14 hezar dolim zevî ji qada zozanan derxistin û ji îmarê re vekirin
* Ji ber Bendava Ilısu li Heskifê nêzî 40 gund di bin avê de man. Li 60 gundan jî zeviyên çandiniyê zerarek mezin ditin.
* Li Karaduvar a Mêrsînê ku Fabrîqeya Polipropilenê lê heye, ji bo tesîsa polipropilenê wekî herêma taybet a Endüstrî îlan kirin.
* Li Eskişehirê ji bo qadê li 9 Jeotermalan vesin ruhsat hat dayîn.
* Beriya projeya Kanal İstanbul du îhale hatin amadekirin.
* Ji bo santralatermîkê ya li Afşinê ÇED'ê rapora erênî da.
* Li Gundê Kirazlıyayla yê Bûrsayê, Şîrketa Yeyra ya Madnê ya Lubnanê ji bo tesîsa lêgerîna çingo û sifir ava bikin dest bi birîna daran kirin.
* Li navçeya Nilufer a Bûrsayê, dest bi xebatên projeyên HES'ê kirin.
* Çemê Bartinê li gel Qada Hesas ku diviya bû teqez bê parastin statuya wê guhertin û rê li mudaxaleyê vekirin.
* Li Fatsa ya Orduyê ji bo kana zêr xebatên lêgerînê dîsa dest pê kir.
* Li Navçeya Mîlasêya Muglayê ji bo santrala termikê gundê Îkizkoyê bê av hiştin.
* Li Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efeler a Aydinê ji bo santrala enerjiya jeotermal ÇED'e rapora erênî da.
* Li navçeyên Perşembe-Gürgentepe-Fatsa yên Ordu qada 1.967.61 hektar jibo lêgerîna maden ji îhaleyê re vekirin.
* Midûriyeta daristanê ya Çanakkale jibo çalakgerên li Çiyê Kazê 270 rojin nobete digirin vala bikin ferman da.
* Li Çiyayê Kavak Şahin ê Samsûnê madenvaniya TUPRAG'ê li qada 12 hezar hektarî ji bo 6 qadan ruhsata lêgerîna madene dan.
* Kargeriyên Zêr ku berê TMSF’ê dest danîbû ser wan, Li Sivrihisar a Eskîşehirê ji bo tesîsên depoya siyanur bê avakirin dest bi xebatê kirin.
* Li Kendava Navneteweyî ya Ceyport Tekirdagê ji bo maddeyên kîmyewi depo bike dest bi înşaate kirin.
* Li Dersimê her roj kanên kevir û xîzê tên vekirin. kanên ku her roj tên vekirin zerarê didin zevî bax û bostanên welatiyan.
* li Gundê Balya Orhanlare lêgerîna şîrketa Bahar Madencilik A.Ş. a zêr didome.