Jin û ciwan: Tişta ku DAIŞ temam nekir, Tirkiye temam dike'

  • jin
  • 15:57 24 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jin û ciwan ên Kantona Qamişloyê û Hesekê, qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Kobanê bi SÎHA hatin kuştin, şermezar kirin û gotin: "Tişta ku DAIŞ nêvî hişt îro Tirkiye temam dike." 
 
Bi sedan jin û ciwan êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Piştî şevê din Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek ên Tirkiyeyê (SÎHA) şevê din, maleke gundê Helincê yê kantona Kobanê hedef girt. Di êrîşê de 2 endamên Kooordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Jin û ciwan li navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Tibespiyê û Dêrikê û Hesekê qetilkirina 3 jinên Kobanî şermezar kirin. 
 
TIL HEMÎS
 
Jinên navçeya Til Hemîsê li pêş Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Coza Hasod daxuyanî xwend. Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Îro dewleta Tirk a faşîst bajarê şehîdan, bajarê berxwedêr ê Kobanê hedef digire ku rastî gelek êrişên DAIŞ’ê hat. Îro jî Erdogan rêwîtiya sûcên DAIŞ’ê bi hedefgirtina gundê Helincê û şehîdkirina hevrê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî temam dike. Erdogan û DAIŞ heman rû ne, nûnertiya teror, kuştin, girtin û koçberiyê dikin. Em bang li jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê giştî û tevahî cîhanê dikin ku li hember dewleta Tirk serî hildin. Her wiha bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember van sûcan rabin."
 
TIL BIRAK
 
Jinên navçeya Til Birakê jî bi daxuyaniyê êrîş şermezar kir. Endama rêveber a Kongreya Star Henan Silêman daxuyanî da û êrişa Tirkiyê li ser bajarê Kobanê şermezar kir û got: "Êrişa faşîst li dijî Kobanê ku şeva 23’yê Hezîranê saet di 19:30’an  de gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kiriye armanc. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dê li ser rêça şehîdan bin û bang li civaka navneteweyî di serî de NY’yê, rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovahî kir ku sûcdarên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tînin, muhasebe bikin." 
 
TIRBESPIYÊ
 
Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyob jî li pêş navendê daxuyanî xwend. Eyob, diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Eyob, bang li civaka navneteweyî kir ku xwest bi lez tev bigerin ku komkujî û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinan pêk tîne, rawestînin. inên navçeya Tirbespiyê piştrast kir ku hedefa Erdogan şikandina vîna jinên azad dixwaze, her wiha diyar kir ku di têkoşîna demokratîk de berdewam in û dê li hember faşîzmê bilind bikin.
 
DÊRIK
 
Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîdan a naverasta sûka navendî ya bajêr tevî alên Kongreya Star kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad daxuyanî xwend û wiha hate gotin: "Di kesayeta şehîdên Zehra, Hebûn û Emînayê de tevahî şehîdên azadî bi bîr tînin û soza şopandina rêça wan û sekna li hember faşîzma Tirk ku jinan dike hedef, didin. Bang li tevahî dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û sivîlan hedef digire, tev bigerin.”  Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û bi banga bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.
 
HESEKÊ
 
 
 
Li Hesekê Ciwanên TEV-DEM’ê li navenda xwe ya taxa Til Hecer û bi beşdariya bi dehan endamên wê, daxuyanî da. Endama Ciwanên TEV-DEM’ê Cand Xelef daxuyanî xwend. Canda Xelef wiha got: "Em Ciwanên TEV-DEM’ê yên Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Hezîranê li dijî gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar dikin.” Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bûn.
 
 

Sernavên din

27/06/2020
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade
13:17 'Li Tirkiye mirov têne revandin'
13:12 Bi pankartê bertek nîşanî operasyonên leşkerî dan
13:11 Testa koronayê ya girtiyê nexweş pozîtîf derket
13:03 Hevşaredarên Awîskê derxistin edliyê
13:01 Îranê kolberek din qetil kir
12:33 Girtiyê nexweş nabin revîrê
12:07 Li Girtîgeha Mêrdînê girtî li dijî binpêkirinên mafan ketin greva birçîbûnê
12:04 Eskerê ku kuştina Erhan Gorur qebûl kir hat berdan
12:00 Cezayê Hevşaredarê Periyê Çelebî hat erêkirin
11:31 KBDH: Kobanê girêkek di qirika dewleta dagirker de maye
11:29 Hesen: Jinên xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin di hedefê de ne
11:28 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Bedîa Menteşe çima întîhar kir?
10:43 Wêneyê 7 sal berê kirin sedema girtinê
10:15 Girtiyên di heman kogûşê de dimînin enfeksiyon girtin
09:21 Jin hem hildiberînin hem jî çanda xwe diparêz in
09:20 Serokê Baroya Êlihê yê berê: Pergal bê guhertin dê îqtîdar jî têk biçe
09:20 Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide!
09:19 Şaredariya Qersê piştevaniya civakî xurt dike
09:18 Vokalê Kazim Koyûncû: Di muzîkê de şoreşek pêk anî
09:17 ‘Wê notirvan mafên bingehîn bin pê bikin'
09:17 Kanên komirê ava çem qirêj dikin
09:03 'Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statû'
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:40 KNK'ê komkujiya Helîncê şermezar kir: Em ê li ber xwe bidin
24/06/2020
22:05 3 rojnamevan hatin berdan
21:47 Li 21 siyasetmedarên kurd 148 sal ceza hat birîn
20:15 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 492 pêketî, 24 mirî
16:40 Jinan Dosyeya Hevserokatiyê eşkere kir: Em ê dest ji temsîlyeta wekhev bernedin
15:57 Jin û ciwan: Tişta ku DAIŞ temam nekir, Tirkiye temam dike'
15:56 Rojnameger Çelîk: Em di wîjdanê civakê de beratkirî ne divê dadgeh jî hiqûqê pesend bike