STENBOL - Di danişîna doza 8 rojnamevanên ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê de hatibûn kuştin de 3 rojnamevan hatin berdan.
Di danişîna doza 6 jê girtî 8 rojnamevanên ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê de hatibûn kuştin de 3 rojnamevan hatin berdan. Dadgehê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser û Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû berda. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvan, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilinç û nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel nehatin berdan.
Danişîn taloqî 9'ê Îlonê hat kirin.