* Endama Komîsyona Adaletê ya Gulîstan Dokû Hêlîn Yagmûr Ûcî û Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, diyar kirin ku di lêpirsîna Gulîstan Dokûyê de delîl hatine reşkirin û xwestin lêpirsîneke çalak bê kirin.
* Piştî Bendava Ilûsûyê hat çêkirin hin berhemên dîrokî evyuhastibûn Akeoparkê. Yek ji avn berheman jî Tirba Zeynel Begê bû. Lê belê ser tirbê hatiye xêzkirin û li ser nivîs hatine nivîsandin.
* Serokatiya Meclîsê, pêşniyazpirsa Parlementerê Stenbolê yê HDP'ê Zeynel Ozen a der barê tayinkirina qeyûman de, bi hinceta "dîtineke şexsî" lê vegerand.
* Piştî Waliyê Mêrdînê (ê berê) û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ji walîtiyê hat girtin û çû Enqereyê, mufetîş hatin şaredariyê. Lê belê di lêkolînên hatine kirin de gelek belge winda bûne û qeydên kamereyan hatine jêbirin.
* Ji ber krîzê gelek kesan ji neçarî dest bi deynan kiriye. Krediya şexsî, zêdebûna deynên şîrketên biçûk û orte, zêdebûna deynê cemaweriyê pêşî li ber topavêtin û îflasê vekiriye. Wisa xuyaye wê ev yek bi xwe re xizanî û newekheviyê kûrtir bike.
* Ji meşvanên "Parastinê" Serokê baroya Wanê Zulkuf Ûçar, derbarê tundiya polisan de ev tişt got: "Tiştên ku li me hatin kirin resmê tiştên ku li welat tên kirinbûn. Ev meş meşa parastina maf û hiqûqê welatiyan bû."
* Dûygû Eren û Zîşan Kurum ku di pêvajoya pandemiyê de ji bo zarokan xebatên felsefeyê dimeşandin, diyar kirin ku ew armanc dikin zarok derbarê mafê xwe û mafên kesên din de bibin xwedî agahî.
* Dayikên Şemiyê, di hefteya 796'emîn de li ser hesabê xwe yê medya civakî çalakiya xwe bidomînin û aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 594'emîn de bidomînin. (12.00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyan re Azadî, wê li Enqereyê di hefteya 330'emîn a çalakiya xwe de daxuyanî bidin. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji ber pandemiyê di çalakiya xwe ya "Rûniştina F'yê" di hefteya 431'emîn de li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixin. (12.00-13.30)