ENQERE – Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan bertek nîşanî qedexekirina meşa 27’emîn a salvegera Komkujiya Madimakê da û got: “Em li wir kesek bin, hezar kes bin û pênc hezar kes bin jî em ê bimeşin.”
Li Sêwazê di 2’yê Tîrmeha sala 1993’yan de Otêla Madimakê hat şewitandin û 33 rewşenbîr, hunermend û du wezîfedarên otêlê jiyana xwe ji dest dan. Wek Komkujiya Madimakê hat ragihandin. Sazî û dezgên elewiyan û demokratîk dixwazin di salvegera 27’emîn a komkujiyê de bernameya bîranînê li dar bixin. Walîtiya Sêwazê bi hêceta vîrûsa koronayê bernameya bîranîn ango meşa bîranîna cangoriyan qedexe kir.
Walîtiyê ragihand ku meş qedexe kirine û tenê dikarin qerenfîlan deynin Otela Madimakê.
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) Ganî Kaplan bertek nîşanî biryara qedexekirina bernameya bîranînê da û got: “Em li wir kesek bin, hezar kes bin û pênc hezar kes bin jî em ê bimeşin. Em ê di 30’ê hezîranê de li Sêwazê bin. Hêcet pandemî ango korona nîşan daye. Em baş dizanin ku padnemîn çi ye. Lê em ê çalakiya bîranînê li dar bixin.”