WAN - Dolmîşa penaberan li Navçeya Bêgirê ya Wanê qeza kir. Di qezayê de penaberek mir.
Li navçeya Bêgirê ya Wanê şevê din dolmîşa penaberan û maşîneyek din li hev qelibîn. Di qezayê de 1 penaber mir û 41 kes jî birîndar bûn. Di dolmîşê de 22 penaberên Afganî û 20 penaberên Pakistanî birîndar bûn. Ji 42 penaberên birîndar bû yekî jiyana xwe ji dest da.