ENQERE –Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya HDP’ê, derbarê operasyonên derveyî sînor, morkirina deriye KCD’ê û îşkenceya ku li Rojbîn Çetîn hatibû kirin, ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin.
Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya HDP’ê, derbarê operasyonên derveyî sînor a li dijî başurê Kurdistanê ku têde sivîl jiyana xwe ji dest didin, morkirina deriye Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û îşkenceya bi kûçik ku li Endama Lîjneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Rojbîn Çetîn hatibû kirin û girtiyên nexweş ku di bin talûkeya vîrûsa koronayê de ne ji saziyên navneteweyî, sefaretxane û partiyên xwişk û bira re 3 name şandin.
ÊRÎŞÎ LI KURDAN TÊN KIRIN
Di nameya ku derbarê operasyonan de hat şandin de hat diyarkirin ku operasyon binpêkirina qada hewayî û bejahî ya welatekî ye. Di nameyê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye li nav welat li dijî kurdan rêbazên xwe yên tund didomîne. Li Iraq û Sûriyeyê jî êrîşên xwe yên li dijî kurdan rûtin kiriye.
OPERASYONA LI DIJÎ KCD’Ê
Di nameya derbarê operasyonên li dijî HDP û KCD’ê de jî hat destnîşankirin ku girtina deriye KCD’ê û îşkenceya bi kûçik a li Rojbîn Çetîn nîşanên bêhêviya ji hikûmetê ne. Di nameye de her wiha hat diyarkirin ku HDP ji her demê bêtir girêdayî têkoşîna xwe ya polîtîk a azad, demokratîk û aştiyane ye.
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Di nameya derbarê girtiyên nexweş de jî qala rewşa girtiyên nexweş ên di bin gefa vîrûsa koronayê de hat kirin û ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku ji bo girtiyên nexweş bikevin nav liv û tevgerê û tenduristiya wan biparêzin.