EQNERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, di salvegera Komkujiya Sêwazê de ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûnek da meclisê.
Endamê Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclisê û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, di salvegera Komkujiya Sêwazê de pêşniyarqanûnek pêşkêşî meclisê kir. Gergerlîoglû, di pêşniyarqanûna xwe de xwest ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn û faîlên van sûcan herî kêm bi 10 sal cezayê giran bên cezakirin.