AMED - Li Bismilê, 4 jê zarok 6 kesên bi îdîaya êrîşî avahiya AKP'ê ya Bismilê kirin hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin.
Li navçeya Bîsmîl a Amedê, bi îdîaya molotof avêtine avahiya AKP'ê ya Bismilê, 4 zarok 6 kes hatibûn binçavkirin. M.Ç. (16), M.S. (16), Î.A. (19), A.T. (16), Y.O. (18) û B.S. (17) ên li Miduriyeta Polîsan dihatin girtin û piştî îfadeyên wan hatin girtin, sewqî edliyê hatin kirin.
Dozgerî îfadeya 6 kesan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar kirin. Dadgehê îfadeya 6 kesan girt û derbarê M.S. (16), Î.A. (19), A.T. (16), Y.O. (18) de biryara girtinê da B.S. (17) û M.Ç. (16) jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.