26 salin li hestiyên bavê xwe digerin

  • rojane
  • 09:06 5 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Hevjîn û zarokên Îzzettîn Çelîk ê di şerekê li herêma Xerzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, 26 salin li hestiyê wî digerin. Hemû lêgerînên malbatê bê encam man. Malbatê herî dawî berî salekê ji bo cezayên li Kîlyos hatine veşartin serlêdan kirin, lê hej tu bersiv ji wan nehatiye dayîn. 
 
Îzzettîn Çelîk di sala 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da. Hevjîn û zarokên Çelîk ên li Stenbolê dijîn, ev 26 salin li hestiyê wî digerin. Çelîk ê li gundê Kanîkê ya navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û her tim ji ber xebatên xwe yên polîtîk dihat binçavkirin û îşkencekirin, li ser van zext û êrîşên heyîn di sala 1993’yan de beşdarî PKK’ê dibe. Bavê 7 zarokan Çelîk, piştî salekê di 25’ê Tîrmeha 1994’an de li Herêma Xerzanê ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 
 
JI BO SERLÊDANA KÎLYOSÊ TU BERSIV TUNEYE
 
Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê niha di qutiyên plastîk de, li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin. Li ser vê yekê malbat kete nava tevgerê û ji bo hestiyên xwe bigirin serlêdan kirin. Malbata Çelîk jî, berî salekê çû Bedlîsê û ji bo testa DNA’yê bi de serlêdan kir. Lê hîna jî bi tu awayî bersiv ji malbatê re nehatiye dayîn. 
 
BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCEKIRIN 
 
Kurê Çelîk ê 36 salî Ahmet Çelîk, diyar kir ku bavê wî li gund xebatên polîtîk bi rêve dibir û wiha behsa serpêhatiya bavê xwe kir: “Bavê min qala maf û têkoşîna gelê kurd dikir. Ji ber vê sedemê dewletê ew hedef nîşan da. Bavê min kesek polîtîk bû. Her tim xebatên siyasî bi rêve dibir. Tim digot ‘gelê me bindeste. Bila ziman û nasnameya me neyê qedexe kirin.’ Ji ber ku ev xebat bi rêve dibirin, dewlet tu rehetî ne dayê. Bi dehan car bavê min hat binçavkirin û îşkencekirin. Lê wî dîsa xebatên xwe dewam dikir. Piştî demekê dîsa binçavkirin û îşkenceyek giran lê kirin. Ji ber zanîbû ku wê dewlet wî rehet bernede, ew jî çû tevlî PKK’ê bû.”
 
‘ME PIR  XIZANÎ DÎT’
 
Çelîk, bibîr xist ku piştî bavê wî diçe, bi malbatî rastî gelek zoriyan tên û wiha behsa jiyana xwe kir: “Piştî bavê min çû, me 7 xwişk û bira û dayika min pir zorî û zehmetî kişandin. Jiyana me dinava zoriyê de derbas bû. Me pir xizanî dît. Ez di sala 1996’an de 15 salî bûm. Ez neçar mam ku bên Stenbolê bixebitim. Li vê derê ez xebitîm û min li malbata xwe mêze kir. Pênasekirina zoriya me kêşand qet tuneye.”
 
HEMÛ HEWLDANÊN WAN BÊ ENDAM MAN
 
Malbat çawan agahiyê digere ku bavê wan jiyana xwe ji dest daye, dest bi lêgerîna cenazeyê wî dikin, lê hemû hewldanên malbatê bêencam dimîne. Malbat li aliyekê din ava pêvajoya şer de lêgerîna xwe dewam dike û li aliyê din jî, bi gumana dibe ku cenaze di destê dewletê de be serî li dadgeha Bedlîsê dide. Dadgeh piştî 3 salan, bêyî ku encam bibe di  sala 1997’an de tê girtin. 
 
Çelik, di dewama axaftina xwe de, wiha besha wan rojan dike: “Wê demê rewş pir awarte bû. Ji ber şer me cenazeyê xwe nedît. Piştî Goristana Xerzanê hat xirabkirin, me got dibe ku li wê derê be. Ji ber vê me serlêdan kir. Ger ne li wê derê jî be, emê dîsa lêgerîna xwe dewam bikin. Cenazeyê me rûmeta me ye. Hêviya me ye.”
 
‘EM HEMÛ CENAZEYÊN LI KÎLYOSÊ DIXWAZIN’
 
Çelîk, da zanîn ku ew bi bavê xwe serbilindin û wiha pê de çû: “Em hîna jî êşan ne dîtina cenazeyê bavê xwe dikêşin. Ev 26 salin, em bi vê hesretê û hizirê dijîn. Ger em hestiyên bavê xwe bibînin, hinek be jî wê dile me rehet bibe. Qet nebe em ê zanibin me cenazeyê wî dîtiye. Lê em baş dizanîn em çi jî bikin wê dilê me rehet nebe. Ev êş wê her tim di dilê me de bimîne.”
 
‘EM CAREK DIN DESTÛRÊ NEDIN’
 
Çelîk, dest nîşan kir ku êşa ku bi salane dijîn kêliyek be jî, kêm nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Têkilidarî Kîlyosê jî, em ne tenê cenazeyê bavê xwe dixwazin. Em hemû cenazeyên xwe yên li wê derê dixwazin. Divê hemû sazî û partiyên kurdan û gelê kurd xwedî van cenazeyan derkevin. Malbatên ku heya niha testa DNA’yê ne dane, bila biçin testa xwe ya DNA’yê bidin. Hilweşandin Goristina Xerzanê em pir xemgîn kirin. Îro em vê rewşê dijîn. Lê ger em pêşiya vê rewşê negirin, ev yek wê derkeve pêşberî me hemûyna. Divê em vê rewşê qebûl nekin û pêşiya wê bigirin. Ev goristan hilweşandin. Pêwîste ku em carek din destûr nedin kiryarên wiha. Werin em carek din wan cenazeyan li goristina Bedlîsê defin bikin. Ger em xwedî van cenazeyan derkevin, wê bûyerek wiha tu cardin rû nede.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

05/07/2020
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn